Li Hewlêrê jineke ciwan hat qetilkirin

Li bajarê Hewlêrê jinek ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi guleyê hat kuştin. Hat hînbûn ku kesê jina ciwan qetil kiriye hê nehatiye girtin.

Navneda Nûçeyan- Li herêma Kurdistanê kuştina jinan ji aliyê kesên nas û nêzî wan ve her ku diçe zêde dibe. Di êvara 18’ê Sibatê de jineke bi navê Şaxwan Sabah Hemekerîm a bi temen 22 salî, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li nava bazara Quştebe ya bajarê Hewlêrê bi guleyê hat kuştin.

Tenê di meha Kanûna îsal de 10 jin li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê hatin kuştin, yan jî neçarî xwekuştinê man û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.