Li Hesekê jinek hat qetilkirin

Li taxa Eskerî ya bajarê Hesekê cenazeyê jinek li mala wê hat dîtin.

Heseke – Duh li taxa Eskerî ya bajarê Hesekê cenazeyê jinek kuştî li mala ku lê jiyan dikir hate dîtin. Li gora zanyariyên ku hatiye bi destxistin jina hatî qetilkirin Heba Mehmûd El-Xelef a 23 salî beriya dû rojan ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê Hesen Casin Ktaş ê ji nafçeya Safira ya bajarê Helebê ye bi amûra birîne hatiye qetilkirin û piştî bûyerê du kurê xwe li gel xwe biriye û reviyaye.

Hat zanîn ku Heba Mehmûd El-Xelef dayîka sê zarokên bi navê Zubêde, Xedir 4 salî û Casimê 2 salî ye.