Rêgiriya hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê berdewam dike

Hevseroka Meclisa navçeya Fafîn a kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fikret Ebdelo xuyakir ku ruxmê karesata rû da jî hikumeta Şamê siyaseta xwe ya qirkirinê li ser koçberên Efrînê berdewam dike.

HESNA MIHEMED

Şehba – Hikumeta Şamê ruxmê erdheja ku di 6’ê Sibatê de qewimî û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, hê jî dest ji siyaseta xwe berneda û li ser koçberên ku li Şehbayê dijîn rêgiriya xwe berdewam dike. Li hemberî alîkariyên mirovî astengiyan derdixin û nahêlin derbasî herêmê bikin. Der barê dorpêça Hikumeta Şamê û kareseta ku hatiye jiyîn de, Hevseroka Meclisa navçeya Fafîna kantona Şehbayê ji ajansa me re nirxandin kir.

Li hemberî alîkariyên mirovî dibin bend

Fikret Ebdelo sersaxî ji mexdûrên erdhejê re xwest û wiha dest bi gotinên xwe kir "Em sersaxiyê ji qurbaniyên ku di kareseta erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin, di heman demê de şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Di vê felaketê de bi hezaran malê xelkê hatin rûxandin û li kolanan man. Ji destpêka şoreşa Rojava her gelê Kurd di pêvajoyên giran re derbas dibin. Heta di erdheja ku çêbûye de dîsa gelê Kurd para xwe ji dilsojiyê girtin û di encamê de bi hezaran welatiyên Kurd bûn qurbaniyên vê erdhejê. Zêdetirî hefteyek e li Efrîna dagirkirî gel di bin kavilan de ye û tu alîkarî ji wan re bi lez nehatine şandin. Ew jî bû sedem ku zirar zêdetir bibin. Li wê deverê dewleta tirk cudakariyê dixe navbera gelan û bi gelê Kurd re nabe alîkar da ku ji bin avahiyan bên rizgarkirin. Her wiha li hemberî alîkariyên ku Rêveberiya Xweser jê re şandine bûn bend û nehiştin di demên xwe de ev alîkarî bigihîjîne gel."

Siyaseta Hikumeta Şamê ji ya Tirkiyeyê ne cuda ye

Fikret Ebdelo diyar kir ku siyaseta Hikumeta Şamê ji ya dewleta tirk a dagirker ne cuda ye û nahêle alîkarî derbasî kantona Şehbayê bibin û wiha pêl da axaftina xwe: "Li Şehbayê jî bi sad hezaran koçberên Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta tirk bi cih bûne. Hikumeta Şamê li hemberî alîkariyên ku dixwazin derbasî Şehbayê bibin dibe bend û rê nade ku ev alîkarî bigihîjîn gelê vê deverê, ji ber Şehbayê jî para xwe ji erdhejê girt û zirarên bedenî û madî dît. Dewletên desthiladar her dem dixwazin siyasetên xwe li gor berciwendiyên xwe bidin meşandin. Rêverberiay Xweser ji roja destpêkê alîkarî ji herêmên ku bin serweriya Hikumeta Şamê re şandin lê niha Hikumeta Şamê jî nahêle alîkarî ji kantona Şehbayê re derbas bibe."

Ji Helebê gel berê xwe dan Şehbayê

Fikret Ebdelo destnîşan kir ku ji ber bajarê Helebê jî zirar ji vê erdhejê dîtin lewre şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe dan Şehbayê ji bo ewlehiyê û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Bajarê Helebê jî ji ber erdheja ku çêbûye gelek zirar dît û tê de 6 kesan jiyana xwe ji destan û 43 jî birîndar bûn her wiha avahiyên wê piranî hilweşîn û seqet bûn ku malbat nikarin carek din derbasî malê xwe bibin. Ji ber vê yekê piraniya gelê Helebê berê xwe dan kantona Şehbayê ji bo ewlehiyê û li wargehên koçberiyê bi cih bûn. Ji dema ku gel koçî Şehbayê bûye ve jî tu alîkarî ji wan re nehatiye şandin û Hikumeta Şamê li pêşiya alîkariyên ku ji bo herêmê tên şandin jî dibe astengî. Ji roja erdhejê ve gel li Şehbayê ji ber malên wan zirar dîtine li kolanan dimînin û di konên biçûk de li pêşiya malên xwe radizên."

‘Divê alîkarî bi lez bigihîje koçberan’

Di dawiya gotinên xwe de Fikret Ebdelo teqez kir ku ruxmî felaketa mirovî ku hatiye jiyîn jî dîsa Hikumeta Şamê dev ji siyaseta xwe bernedaye û rêgiriya xwe li ser Şehbayê zêde kir û got: "Ruxmî kareseta mirovî ku hatiye jiyîn jî dîsa Hikumeta Şamê dev ji siyasetên xwe berneda û li şûna ku bi gel re bibe alîkar dorpêça xwe li ser Şehbayê zêdetir dike. Di heman demê de 3 hezar malbat ji Helebê koçî Şehbayê bûne û divê bi lez alîkarî ji wan re bên peydakirin. Li Şehbayê jiyan bi derfetên kêm didome. Em astengiyan di warê peydakirina pêdiviyên gel ên jiyanî û derman de, dibînin. Banga me li hemû dewletan û bi teybetî li Hikumeta Şamê ew e ku rê bidin alîkariyan û bi koçberên vê deverê re bibin destek ku ev zehmetî bi hev re derbas bikin. Pêdiviyên gel bi alîkariyên mirovî heye."