Li herêma erdhejê zarok di bin metirsiyê de ne!

Piştî erdheja wêranker zarok di holê de man. Pisporan, li gorî ceribandinên xwe yên berê ya bi taybetî li ser zarokên bêrefakat kes re hişyariyê didin: Zarok bi metirsiya êrîşa zayendî û revandinê re rû bi rû ne!

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Erdhejên ku bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşe pêkhatin, li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû sedema hilweşînên mezin û ziyanên giyanî. Hêj di bin xirbeyên gelek avahiyên hatine hilweşandin de mirov hene. Li bajarên ku zêdeyî nîvê avahiyan hilweşiyane, yên li ser piyan mane jî zirarên giran e. Mexdûrên erdhejê yên di roja pêncemîn a erdhejê de sax mane, di germahiya hewayê ya di pileya bin sifirê de bêyî her tiştî hewl didin xwe bi jiyanê bigrin. Kanalên nûçeyan zarokên ku ji bin xirbeyên avahiyan hatine rizgarkirin nîşan didin. Yên tên dermankirin, zarokên ku malbatên wan serlêdana giliya windayan kirine û yên ku êdî xizmekî wan tine ye ku li wan bipirse... Li herêma erdhejê herî zêde zarokên bêparastin in û vegotina ji bo van gavên cidî tên avêtin jî negengaz e.

Hêj zarokên nehatine dîtin hene

Di karesata erdheja ku di sala 1999’an de pêk hat û Tirkiye hejand de jiyana bi hezaran mirovan mehf bû. Vê demê jî ji bo zarokan karasetek mezin hat jiyîn. Tevî ku tê dizanin sax in jî ji bi dehan zarokan agahî nayê girtin. Zarokên winda yên erdhejê tevî derbasbûna ewqas sal jî hêj tên lêgerîn kirin.

Hat îdiakirin ku hin zarokên sêwî mane ji aliyê mafyayên organan ve hatine revandin, hinek jî "ji aliyê hin kesan ve hatine pêsikandin kirin". Heta niha der barê wan de tu şop nehatiye dîtin. Îro jî pisporan ji bo heman pêvajo neyên jiyîn hişyarî û bangawazî dikin

Malbatan îlana windabûnê didin

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk der barê zarokên piştî erdhejên navenda wê Mereşê hatin dîtin de daz anîn rewşek wiha ne mijara gotinê ye, lê di medyaya dijîtal de gelek wêneyên zarokên winda tên weşandin. Malbatan zarokên xwe bi derfetên xwe digerin. Tê diyar kirin ku heta niha herî kêm 20 zarokên winda hene. Tê diyarkirin ku di gihandina zarokên ku ji bin xirbeyan hatin derxistin ji bo malbatên wan de jî pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Malbat dibezin nexweşxaneyan lê dest vala vedigerin. Her wiha zarokên ku ji bo bajarên din hatine veguhestin jî hene. Di daxuyaniya dawî hat kirin de hat ragihandin ku 79 zarok di bin parastinê de ne û bi giştî 238 zarok jî di bin tedawiyê de ne. Ji van zarokan 78 li Enqereyê ne.

Daxuyaniya wezaretê

Di daxuyaniya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya der barê zarokên bêkes ên li herêma erdhejê hat dayîn de, hat diyar kirin ku yekane saziya rayedar ya di vê mijarê de ew in û wiha hat gotin: "Teslîmkirina zarokan ya kes an jî saziya ya ji derveyî wezerata me tekez ne mijara gotinê ye. Ji welatiyan tê xwestin ku baweriya xwe neynîn parvekirinên bi vî awayî.”

Ekîba Koordînasyona Sivîl a Zarokên Karasetê jî daxuyanî da û got, "Ji bo ewlekariya zarokên bêkes, pêşîgirtina windayên muhtemel û asta fikaran zarok û xizmên wan ên travmatîkbûne zêdetir nebe; pêvajoya qeyd-şopandina rast û teslîmkirina zarokan ji bo sazî û memûrên fermî pir girîng e.”

‘Zarok ji êrîşa zayendî re vekirî ne’

Em bi Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Huriye Hamîdî ku li herêma erdhejê dixebite re li ser rewşa zarokan axivîn. Huriye Hamîdî hişyarî da ku divê der barê zarokan de demildest agahî bên dayîna midûriyetên parêzgehên Xizmetên Civakî yên Malbatê yan jî saziyên qanûnî. Huriye Hamîdî a diyar kir ku dikarin ji xeta Alo 183 re îxbar bên kirin, hin hişyariyan da. Huriye Hamîdî diyar kir ku li ser medyaya dijîtal gelek wêneyên zarokên winda tên parvekirin û balkişand ku ev yek xeternak e û wiha axivî: "Helbet ev parvekirinên bi niyeta baş, ji destdirêjiyê re jî rewşekî vekirî diafirîne. Bi parvekirina wêne, dîmen û navên van zarokan dibe ku em van zarokan ji revandin û destdirêjiyê re rû bi rû tînin.”

'Agahî bidin rayedaran’

Huriye Hamîdî bi taybetî li ser zarokên ku li nexweşxaneyan tên dermankirin axivî û wiha got: “Em bi parvekirina rûyê zarokê li nexweşxaneyê û li kîjan nexweşxaneyê ye, zarokan ji vê metirsiyê re rû bi rû tînin. Ji ber vê yekê divê li ser medyaya dijîtal ew qas neyên parvekirin. Divê dema em bi van zarokan re rû bi rû tên, pêşî nûnertiya wan ê qanûnî were tespît kirin. Ger di vê derdorê de nûnerê qanûnî neyê dîtin, divê hûn rewşê ji Midûriyeta Parêzgehê ya Malbat û Xizmetên Civakî re ragihînin û zarokê radestî rayedarên fermî bikin. Ger hûn nekarin xwe bigihînin vir jî, divê agahî bidin yekîneyên ewlehiyê dewletê û zarok radestî ewlehiyên dewletê bikin.”

Hişyarî da

Huriye Hamîdî da zanîn ku li Amedê ku hilweşandin hat jiyîn tu agahî zarokên winda negirtine û diyar kir ku li gorî serpêhatiyên berê yên ên erdhejê, qadên karesatê ji rewşên weke bazirganiya zarokan û mafyaya organan re vekirî ye.

Huriye Hamîdî bal kişand li ser tiştên dema bi zarokekî bêkes re rû bi rû tên bên kirin jî û wiha axivî: “Em nizanin zarok di jiyan dike, trawmayek dijî. Ji ber vê yekê, ger çiqas bi niyetek baş be jî maçkirina zarokê an jî pêkanîn tevgerên dest ên dilminî xelet e. Di vê qonaxê de ne nêzîkatiyek rast e.”

Tora Rêveberiya Krîzê hat avakirin

Huriye Hamîdî diyar kir ku piştî erdhejê Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan a Amedê hat avakirin û wiha axivî: "Em hatin cem hev di nava saetek de, pêdiviyên bingehîn çi ne? Em dikarin çi bikin? Em axivîn û me plan kir. Em bi zaroka re xebatên psîkocivakî dimeşînin. Li aliyê din em serdana wan dikin û pêdiviyên wan tesbît dikin û li ser van pêdiviyan jî bi awayekî lezgin bêralî dikin. Ji bo pitikan û komên temenên biçûk pirsgirêka mam hat jiyîn. Ji bo pêkanîna wan xebat tê kirin. Hewl hat dayîn pêdiviyên bingehîn ên weke paçê zarokan û gore bên dabîn kirin.” Huriye Hamîdî, anî ziman ku wan tespît kirine ku zarok ne di ewlehşyê de ne û van tespîtan jî wiha rêz kir:

"Me ji ber pirsgirêka di feraseta ewlehiyê de tesbît kir ku zarok ne di ewlehiyê de ne. Ji ber ku kampên konan pir vekirî û qelebalix in. Hemû kes dikare bikeve û derkeve. Zarok li van deveran ji her cure îhmal û êrişa zayendî re vekirî ne. Girîng e ku tedbîrên ewlehiyên li vir hinekî din rastir bên pêkanîn.”

Tîma Koordînasyona Sivîl a Zarokên Karesatê ev agahî da:

"Heke hûn karmendek an pisporek lênihêrîna tenduristî ne ku başbûn û / an rakirina nexweşxaneyê ya zarokek peyda dike, ji kerema xwe gavên jêrîn bifikirin:

*Kontrol bikin ka xizmê zarokê yê pileya yekem an duyemîn heye.

*Agahiyên wekî nav/paşnav, temen, navê dê û bav ji kesên ku zarokê nas dikin an jî ji zarokê (eger dikare bi devkî xwe îfade bike) bigire û tomar bike.

*Agahiyên dîrok, dem, herêm, tax, apartmanê dema ku zarok ji binê xirbeyê hat derxistin an jî hat dîtin, tespît bikin û tomar bikin.

*Dema zarok birin nexweşxaneyê yan jî sewqî cihekî din kirin, agahiyên wek roj, dem, navê nexweşxaneyê, berpirsê xwe tomar bikin û ger hûn dikarin xwe bigihînin wan, hay ji xizmên xwe bidin.

*Tu carî zarokê ku we di wê kêliyê de nekarî xizmên wî bigihîne kesê yekem ku hûn dibînin û we piştrast nekiriye ku ew li ser peywirê ne yan na.

*Ger di nebûna peywirdar de zarok bi mezinekî din re be, nasname û agahiyên pêwendiya vî kesî tomar bikin, bi lez û bez der barê cih, roj, dem û agahiyên der barê wî de agahî bidin saziyên fermî.