Jinên ji Idlibê: Pêwîstî bi alîkariya lezgîn heye

Jinên li İdlibê yên ku di erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 ku navenda wê Mereş pey hev hat de malên wan zirar dît û hilweşiya, kêliyên dijwar ên jiyan kirin vegotin.

HADEEL Al-OMAR

Idlib – Erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 ku navenda wê Mereş e, li parêzgehên Idlib, Heleb, Hama, Laziqiye û Tertûsê yên Sûriyeyê hat hîskirin û bû sedema hilweşandinek mezin.

Wezîrê Tenduristiyê yê hikûmeta Şamê Dr. Hesen Mihemed El Habaş di daxuyaniya xwe ya duh de ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihişt hezar û 262 kesan û hejmara birîndaran jî gihişt 2 hezar û 285 kes. Li gorî bîlançoya ku Desteya Tenduristiyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê parve kir, li herêmên Rêveberiya Xweser di erdhejê de bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 57 kes jî birîndar bûn. Li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wî li Bakurê Sûriyeyê dagirkeriyê de, hezar û 730 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 850 kes jî birîndar bûn. Tê diyarkirin ji ber ku li herêmê hêj bi sedan malbat di bin xirbeyan de ne, dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne zêde bibe.

Yek ji herêmên ku li Sûriyeyê herî zêde ji erdhejê bandor bû jî İdlib e. Jinên li Idlibê kêliyên erdhejê û tiştên piştî erdhejê jiyan kirin, ji ajansa me re vegotin.

Beriya ku avahî hilweşe reviyan

Nisreen El-Fetrawy diyar kir ku dema erdhej pêkhatiye bi 3 zarokên xwe û hevjinê xwe re di xew de bûye, wiha got: “Em bi hêjandinek şiyar bûn. Em di qata dawî ya avahiyeke 4 qatî de dijîn. Em bi hejandinê re wek malbatek bi piyê tazî derketin derve. Berita ku avahî hilweşe em reviyan. Em wek çareseriyeke demkî, derbasî cem xizmên xwe yên li kampên li nêzî bajarê El-Dana ya li bakûrê Idlibê bûn."

Xizmên xwe winda kir

Karîma El-Cundî ya li bajara Sarmeda ya bakûrê Idlibê endamên malbata xwe ya ji ber erdhejê di bin xirbeyan de mane winda kir, wiha got: "Ez bi hevjîn û 5 zarokên xwe re li kampên nefermî yên Sarmedê di konekî de dimînin. Avahiya ku dayika min û xwiş û birayên min lê diman ji ber erdhejê hilweşiya. Zêdetirî 20 kes jiyana xwe ji dest dan.”

'Pêwîstî alîkariya lezgîn heye’

Çalakvana sivîl Roûaa Sheikh Othman diyar kir tîmên alîkariyên mirovî ji bo kesên di bin xirabeyan mane rizgarbikin bi enerjiya herî zêde dixebitin, da zanîn ku ji ber di bin xirabeyan de bi sedan malbat hene dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe. Roûaa Sheikh Othman da zanîn ku niha zêdetirî 4 milyon û 800 hezar kes li Bakurê Sûriyê di nav serma û tirsê de dijîn û dest nîşan kir ku pêwîstiya wan bi piştgiriya navneteweyî û hevgirtina rêxistinên alîkariya mirovî heye. Roûaa Sheikh Othman wiha got: “Bi lezgînî pêwîstî bi alavên giran ên rizgarkirinê heye. Zêdetirî 133 avahiyên hilweşiyane, 272 jî qismên û bi hezaran avahiyên derizîne hene.”