Bîlanço giran dibe: 17 hezar û 176 kesan jiyana xwe ji dest dan
Bîlançoya erdhejê her ku diçe giran dibe. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye 14 hezar û 14 kesan, li Bakur û Rojhilatê Sûriye û Suriye bi xwe 3 hezar û 162 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan - Hêjmara kesên ku ji ber erdheja ku navenda wê Mereş û Dîlok di 6’ê Sibatê de pêkhatî de jiyana xwe ji dest dane her kêliya ku diçe girantir dibe.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Dîlokê ku Rewşa Awarte (OHAL) lê hatiye ragihandin axivî. Daxuyanî li bajarê konan a AFAD’ê axivî û wiha got: “Di erdhejê de heta iha 14 hezar û 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara birîndaran jî bû 63 hezar û 794 kesan. Em ê 10 hezar lîreyan bidin mexdûrên erdhejê.”
Li gora bîlançoya herî dawî li Surye û Rojavayê Kurdistanê, hejmara kesên ku li bajarên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane giha 3 hezar û 162'yan û hêjmara birîndaran jî giha 5 hezar û 235'an.