Li Helebê bibîr anîna Viyan Soran: Têkoşîna wê hêzê dide me
Di 19’emîn salvegera şahadeta wê de Viyan Soran li Helebê hat bibîr anîn. Jinên beşdarî çalakiya bibîr anînê bûn anîn ziman ku ew ji têkoşîna Viyan Soran hêzê digirin û gotin: “Li Bendava Tişrînê jî têkoşîna li dijî komployê didome.”
Heleb – Şoreşgera Kurd Viyan Soran êvara 1’ê Sibata 2006’an li herêma Heftanînê li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî li dar xist û bedena xwe da ber agir. Di 19’emîn salvegera şahadeta wê de Viyan Soran li Helebê hat bibîr anîn.
Kongra Star civînek li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê li dar xist. Civîn li hola civînan a MSD`ê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rêxistinên jinan hat lidaraxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Akademiya Şehîd Hêzil a Kongra Star Zîlan Mihemed axivî. Zîlan qala jiyan û têkoşîna şehîd Viya Soran kir û got: "Şehîd Viyan di têkoşîna xwe de gelek bend û kelem şikandin û li Rojhilata Navîn bû semola têkoşîna jinan."
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Viyan Soran û nameyên wê hat pêşandan.
Jinên ku beşdarî çalakiya bibîr anînê bûn ji ajansa me re axivîn.
Sultanê Mihemed a beşdarî çalakiya bibîr anînê bûbû bal kişand komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Hêzên navnetewî û dewleta Tirk li dijî Rêber Apo komploya navnetewî pêk anîn. Bi vê komployê xwestin gelê Kurd tune bikin. Rêber Apo bi fikrê xwe Kurdê ku digotin me tune kiriye, bi têkoşînê şîn kir. Ji ber vê komplo li ser Rêber Apo pêş xistin. Viyan Soran a ji Başurê Kurdistanê li hemberî vê komployê çalakî kir. Got ezê bi agirê canê xwe, bi têkoşîna xwe komployê vala derxim.”
‘Li Bendava Tişrînê jî têkoşîna li dijî komployê didome’
Sultanê Mihemed a got “Îro keç û kortên me bi vê felsefeyê derketin navê Şehîd Viyan Soran li xwe kirin û bersiva dijmin didin” anî ziman ku bi vê bersivdanê re nîvê komployê vala hatiye derxistin. Sultanê Mihemed wiha domand: “Bi hezaran Şehîd Avesta, Şehîd Barîn, Hevrîn Xelef hene ku komployê vala derdixin. Li Bendava Tişrînê jî berxwedana vê didome. Gel ala berxwedanê rakiriye. Gel bi têkoşîna xwe dibêjin ‘heya dilopek xwîn di laşê me de heye em ê dijmin vala derxin’. Çiqas êriş jî li ser me çêbibin emê li dor Rêber Apo xelek bin. Rêber Apo ji bo jinan kar kir, emê jî ji bo Rêber Apo kar bikin. Heta ku Rêber Apo azad nebe em dev ji têkoşînê bernadin.”
‘Viyan Soran hêzê dide me’
Cîhan Îbiş jî wiha got: “26 sal li ser komploya li ser Rêber Apo derbas dibe. Heya niha jî tecrîd li ser Rêber Apo didome. Şehîd Viyan Soran li hemberî komployê çalakî pêk anî. Em jî li ser riya Viyan Soran in. Viyan Soran, çalakî û jiyana wê hêzê dide me da ku em karê xwe bidomînin. Bi têkoşîna xwe emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya tevahî gelê Kurd bidest bixin.”
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.