Ji Dîrektora Festîvala Fîlman a Rotterdamê ji bo lîstikvana Îranê piştgirî
Dîrektora Festîvala Fîlman a Rotterdamê Vanja Kaludjercic ji derhênera, Îranî û lîstikvan Şeyla Golestanî re peyama piştgiriyê şand.
Navenda Nûçeyan – Dîrektora Festîvala Fîlman a Rotterdamê Vanja Kaludjercic ji derhênera, Îranî û lîstikvan Şeyla Golestanî re peyama piştgiriyê şand ku Şeyla Golestanî bi xebatên xwe yên parastina mafên jinan û rexneya li dijî rejîma Îranê tê nasîn.
Dîrektora festîvalê, pesnê cesaret û piştgiriya Şeyla Golestanî ya ji hunerê re da, bal kişand ser girîngiya azadiya îfadeyê. Her wiha bal kişand ser zextên Îranê yên li ser hunermandan, diyar kir ku divê civaka navneteweyî di nava hevgirtinê de be.
Vê peyama piştgiriyê, careke din nîşan dide ku li dijî zext û sansurên li tevahiya cîhanê li ser hunermendan hene, çendî girîng e ku festîvalên navneteweyî û saziyên çandî piştgiriyê bidin.