Li Hatayê binpêkirinên mafan birin AÎHM’ê
Li Hatayê di erdhej û piştre de di serî de mafê jiyanê di navde binpêkirinên mafan ên derbarê mafê bingehîn û azadiyê de birin AÎHM: Serlêdana ji AÎHM’ê hatî kirin, diyarkirin ku polîtakayên tunekirinê ketiye halê pratika îdarî.
Navenda Nûçeyan-Yek ji bajarê ku di erdheja navenda wê Mereş a 6’ê Sibatê de vegeriyayî felekatê li Hatay, ji ber sedemê mafê bingehîn û azadî hatiye binpêkirin, Komeleyên hewirdor ên Rohilatê Derya Spî (DAÇE) û li ser navê Hatayê parêzer Îsmail Hakki Atal serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) dan.
‘Ji ber sîstema darazê nayê pêkanî, serlî li AÎHM dan’
Di serlêdanê de hate diyarkirin ku di serî de mafê jiyanê yê bingehîn û hemû maf hatine binpêkirin. Îsmail Hakki Atal da zanîn ku hikumeta AKP piştî erdehejê pêkanînê li bajar di serî de ne li gora Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropa û madeyên di destûra bingehîn de ye. Destnîşan kir ku ji ber li Tirkiye sistema darazê nayê pêkanîn, rêyên hiqûqî xilas bûn û raste rast biryar dane ku serî li AÎHM’ê bidin.
‘Polîtakayên tunekirinê ketiye halê pratîka îdarî’
Di serlêdanê de bal hat kişandin ku li herêmên erdhejê bi faciyaya asbest hatiye xala dawî û li ser ekosîstemên xwezayî qirêjiya ku heye polîtakayên tunekirin veguheriya halê pratika îdarî û hinek tesbîtên di serlêdane wihane:
“Hikumeta AKP li ser ekosîstema xwezayî di encama polîtakayên tunekirinê de di navbera 2002-2016’an de teqîna penceşêrê çêbûye, li gora daneyên wezareta tendirûstiyê di navbera salên 2002-2016’an de di mêran de bûyerên penceşêrê 12 qat û di jinan de 7,8 qat zêde bûye. Rewşa bi vî awayî piştî erdeheja Mereşê destpêkê di derdora tendirûstiyê binpêkirinên mafê mirovan kûr dibe.
Zeytûn û daristan ji bo geşedanê hate vekirin
Zagonên weke ya Zeytûnan ku bi polîtakayên ne ji rêz pêşî li mafê mirovan, mafê mülkiyet û mafê jiyana hawirdorek bi tendirûst de digrin li herêmên erdehejê ji meryetê rakirin. Hikumetê ji bo li herêmên erdhejê bicih bûn çêkirinên qadên weke daristan, qadên zeytûnan jî ji geşedana re vekir.
Asbest wê bibe sedemê penceşêra bi milyonan mirov
Li herêmên erdhejê asbest û kimyasalên din bermahiyên bi jehr, bi milyonan mirov di 8-10 salên pêşiya me de wê bibe sedemê mirin û penceşêrê wê xwezaya ekosîstemê tevlîhev bike.
‘Milkên taybet tên xesb kirin’
Zagonên ku li herêmên erdhejê ji meryetê hatîn rakirin, bi wasîteya hikumetê, bi taybet li bajarê Hatay, cihên zeytûnên hemwelatiyên Elewî di serî de, mulkên wan ên taybet dibin navê kilifkirina civakî de xesp dikin. Piştî çolwaran dûr hatiye navendên bajar; vê carê guherîna ku di zagona 6306 de hatî kirin destpêkê Samandax jî di navde mafê mulkiyetên hemwelatiyên ku di navenda bajar de dixwazin ji dest derbixin. Li dijî hemwelatiyên Hatay ‘zagona cihêkariyê’ binpê dikin, hikumeta AKP bi polîtîkayên îdeolojîk dixwazin demografiya Hatay biguherinin.
Tevî ku erdên Xezîneyê yên dewletê yên li kêleka darên zeytûnan ên Elewiyan vala diseknîn jî, ji bo avahiyên giştî nayên bikaranîn. Cudakariya ku gelê Hatayê rastî hat, heta hilbijartinên giştî xuya bû. Parêzer Can Atalay ku bi îradeya gelê Hatayê wek parlementer hat hilbijartin, heta niha jî bi binpêkirina xalên Destûra Bingehîn û ne pêkanîna biryara Dadgeha Destûra Bingehîn di girtîgehê de tê ragirtina wî, veguheriyê binpêkirina mafê hilbijartina serbest a ku bi xala 3’an a AÎHS’ê protokola zêde ya bi hejmara 12’an hatiye garantîkirin. Di serlêdanê de bi taybetî mafê jiyanê, mafê di hawirdorek tenduriste jiyîn, mafê milkiyetê û mafê hilbijartina azad jî di nav de binpêkirinên maf û azadiyên me yên bingehîn ên gelê Hatayê; Li gorî rêgezên 'îhtiyadkar' û 'pêşbînîkirin' ên ku di hiqûqa navneteweyî de dest bi pêkanîne hatiye kirin, hat xwestin ne tenê wek 'encam', weke 'pêvajoyek' jî bê tesbît kirin.”