Bi Mala Çavderiya Jinan dane tên berhevkirin

Seroka Komeleya Însatê Samîa Lamranî diyar kir ku Mala Çavderiya Jinan ku xebateke kolektîf e û ji aliyê komeleyên jinan ve hatiye avakirin, armanc dike ku rastiya tundiyê li ser jinan lêkolîn bike û qeyd bike.

HANAN HARITE

Mexrib– Mala Çavdêriya Jinan a li Mexribê xebateke kolektîf e ku gelek komeleyên femînîst û mafên mirovan tê de cih digrin. Seroka Komeleya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Însatê Samîa Lamranî têkildarî vê lêkolînê ku yek ji damezrînerên wê bû bersiv da pirsên ajansa me. Samîa Lamranî diyar kir ku xebatên çavdêriyê lêkolîna rastiya tundiyê li hemû herêmên Mexribê, şopandin û nirxandina polîtîkayên der barê vê mijarê de ye.

'Têkildarî tundiya li ser jinan dê dane werin berhevkirin'

*Armancên xebata kolektîf a bi navê “Mala Çavderiya Jinan” çi ne? Ev kar bi pêkhateyan re çawa pêk hat?

Komeleya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê Însat ku navenda wê li bajarê Benî Mellal e, yek ji komeleyên damezrîner ên Mala Çavdêriya Jinan e, di Adara 2006'an de bi awayekî fermî dest bi xebatê kir. Bi armanca koordînekirina xebatên komeleyên jinan ên têkildarî tundiyê hat kirin. Lêkolîna ku rastiya tundiya li hemû herêmên Mexribê, şopand û nirxandina polîtîkayên têkildar di nav xebatên çavdêriyê de ne.

Pêşveçûn û şêwra vê siyasetê li gorî stratejiyeke hevpar ku zêdetirî salekê berdevam kir dest pê kir. Ew bi giranî bi piştgiriya hin navendên guhdarîkirinê hat temsîlkirin. Ji bo komeleyên ku di mala çavdêriyê de cih digirin, biryar hat girtin ku ji bo tomarkirina agahiyan li ser tundiya li ser jinan li Mexribê databasek yekbûyî were pêşxistin. Her wiha bi çalakgeran re hevdîtin hatin kirin û biryar hat dayîn ku di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de ji bo karkerên jin û mêr kursên perwerdeyê bên lidarxistin.

'Zagonên girîng hene lê di pêkanînê de kêmasî çêdibin'

*Ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan rêziknameyên girîng ên qanûnî hene. Lê hê jî tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ji dawiya sala 2023’an pê ve di asta qanûnî de pêşketinek girîng heye. Weke mînak Zagona Malbatê, Zagona Ceza, Zagona Dadweriya Ceza û Zagona Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan 103/13 hene. Ji ber vê yekê bingehek qanûnî ya girîng heye. Lê belê di asta pêkanînê de li qadê kêmasî hene. Em wek Çavdêr li gorî zagon û daneyên ku der barê jinan û mafên mirovan, li dijî zêdebûna tundiya li ser jinan xebatan dikin. Em dibînin ku ji sala 2004’an û vir ve li Mexribê li ser guhertinên di Zagona Malbatê de ku em dixwazin bersivê bidin hewcedariyên jin û keçan, nîqaşên tund hatine destpêkirin û heya niha em dibînin ku ji ber nezelaliya metna zagonî hê jî pêkanîn bi cih nehatiye. Divê li Mexribê xebatên pêşîlêgirtina tundiyê, hişyarî û perwerdeyê bên kirin. Ji bo jinên rastî tundiyê tên divê xizmetên lênêrînê, parastin û stargehê bên dayîn.

*Di rapora herî dawî ya şopandina malên jinan hat weşadin de, çima bal hat kişandin ser xwegihandina xizmeta tendirustiyê ya mafên jin û zarokên keç?

Jinên ku rastî tundiyê hatin, di saziyên civakî de, mafên wan ên weke lênêrîn, pêşîlêgirtin û parastina wan heye. Lê belê jinên ku di rewşa bê parastin de ne, ji bo van mafên xwe bi kar bînin daxwaz nakin. Li gorî lêkolînên qadê yên ku hemû beşdar û komeleyan tê de cih girtin, me bal kişand ser eleqeya pejirandî. Li herêmên cuda yên Mexribê belav kir, mînak malên şopandinê yên komeleya me ya li herêma Beni Mellal, du komeleyên me yên ku divê mijarê de têkoşînê didonînin hene. Me di destpêkirina serlêdanên qadê de serlêdana Komeleya Insat ya têkoşîna li dijî tundiyê û komeleya ji bo parastina mafê jinan hewldan û 11 beşên li nexweşxaneyan kar û barên xizmeta lênêrînê şopand.

Ji bo jinên mexdûrên tundiyê der barê beşên lênêrînê de ji bo were halê aktivbûnê me xebat kir. Em dizanin ku beş ji bo çavkaniya komek mirov digre nava xwe timek ya entegre qadek guncaw ku jin qebul bikine. Lê belê di lêkolînên ku me di serlêdanan de kirî me tesbît kir ku ev qad girtîne. Dîtina wan di cihên îzole de, xwegihandana wê zore û di asta çavkaniya mirovî de ji derveyî entegre, jin û zarokên ku rastî destdirêjiyê tên gelek ji bo ji mafên xwe ê tendirûstiyên sûd bigrin gelek nerêniyên ku astengiyan çêdikin di qadan de kete qeydan.  

Di van tîman de di çavkaniyên mirovî ên temsilkirina alîkariya civakî, perestar û bijîjkên pispor de kêmaniyên mezin hene. Ev çarçove, şert û mercên ji bo rolên xwe bi awayek baş bi cihbînin dabînbikin û armanca şopandina hemû van malên şopandinê jin û zarokên keç ên ku rastî tundiyê hatine asankirina xwe gihandina xizmeta civakiye. 

*Li gorî we çawa wê pêşî li tundiya li dijî jinan were girtin?

Derbarê kêmkirina tundiya ya girêdayî zayenperestiya civakê divê nêzîkatiyek berfireh were pêkanîn. Ji bo dabînkirina xizmeta tendirustiyê bi koordîneyî û li gorî standartên navneteweyî qebûlkirî divê deriyên taybet werin avakirin. Jinên mexdûrên tundiyê li gel zarokên xwe ji bo bi cih bibin, di têkoşîna li dijî tundiyê de di qadê de komeleyên jinên ku xebat didin meşandin, di navendên guhdarkirinê de divê têkiliya rêk û pêk û kanalên koordînasyona bi bandor ava bikin. Di civaka Mexribê de pêwîstiya me bi polîtîkayên civakê hene.