Li gundê ku agir pê ket gundiyan bi zorê xwe xilas kirin

Di nava mehekê de li heman qadê agirê ku li gundên Licê derket, ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin. Ozlem Yaylik got ku ew bi zorê ji malên ku şewitîne xilas bûne û diyar kir ku pir dereng xebatên ji bo vemirandinê dest pê kirine.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li gelek bajarên Kurdistanê leşkerên tirk bi hinceta pevçûnan daristanan dişewitînin, daran dibirin. Li Licêya Amedê jî duh di saetên sibehê de agirê ku dest pê kir, tevahiya rojê domiya. Di agirê ku li gundên Licê, Gom, Entax û Bamidnê de derketin bi dehan hektar qad şewitîn. Ji bo vemirandina agir ji hewayê mudaxele nehat kirin û sedema derketina agir nehat hînbûn. Gundiyên ku têkildarî mijarê axivîn dan zanîn ku komên agirkuj dereng hatine û ji ber ku dereng mudaxele hatiye kirin agir mezin bûye.

Li heman qadê cara sêyem e agir derdikeve!

Agirê ku tevahiya rojê domiya ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin. Du malên di nava daristana ku bi tevahî şewitî de jî bi tevahî şewitîn. Gundiyan diyar kir ku li heman qadê cara sêyem e di vê havînê de agir derdikeve û ji ber bayê berepaş agir negihîştiye gund, wekî şans jê xilas bûne.

‘Pir dereng mudaxele kirin’

Ji şêniyên gundê Gomê Ozlem Yaylik, got ku agir gihîştiye heta malan û ji ber wê ketine nava gelek fikaran. Ozlem Yaylik wiha domand: “Ev daristan cara sêyem e tê şewitandin. Duh ji bo agir negihîje malan, me derdora xwe av dida lê ji ber germahiyê di cih de zuha dibû. Hem zarok hem jî em pir tirsiyan. Hevjînê min piştî taştiya sibê ji malê derket ji bo agir vemirîne, heta derengiya şevê nehat malê. Ji hewayê ve tu mudaxele nehat kirin. Piştî çend saetan wesayîda agirkujiyê hat. Gelo qadeke mezin tenê bi agirkujek dikare were vemirandin? Ji bo vemijrandinê herî kêm diviyabû 4-5 agirkuj hebûna. Tu kes nehat alîkariyê me bi xwe agir vemirand.”

Ozlem Yaylik, bi gotinên “Dewlet tune ye. Mirov bi hewldana xwe agir vedimirînin. Ev daristan tune bû, di navê de bi sedan mirov, ajal û zindî tune bûn. Ez pir bi ber ketim.”

‘Ev agir berdewamiya polîtîkayên koçberkirinê ne’

Aktivîsta ekolojiyê Gulistan Baran a ku ji bo çavdêrî û lêkolînê hat gundê ku lê agir derketibû jî bal kişand ku di agir de jiyana gundiyan ketiye xeterê lê tevî vê jî tu tedbîr nehatine girtin. Gulistan Baran diyar kir ku di nava mehek de sê car derketina agir tesaduf nîn e û wiha domand: “Duh li vê derê di saetên sibehê de agir derketiye û heta heştê êvarê domiyaye. Mirovan bi derfetên xwe agir vemirandine. Gundî dibêjin ku agirkujia ku hatiye jî ji ber cihê şewitandî avreşandî kiriye agir mezin bûye. Her wiha ji ber mudaxeleya dereng agir her çûye mezin bûye. Di nava mehekê de sê caran derketina agir li heman herêmê tesaduf nîn e. Ev ji polîtîkaya koçberkirinê pê ve tiştek din nîn e. Dê ev yek keta kengê bidomin? Polîtîkayên ku gefê li jiyana mirovan dixin didomînin.”

‘Têkoşîna rêxistinkirî şert e!’

Gulistan Baran bal kişand ku li dijî vê polîtîkayê, divê têkoşîneke bi rêxistinbûn a giştî were meşandin û wiha bi dawî kir: “Li dijî vê zihniyetê dê têkoşîna me her dem bidome. Li ku derê darek bişewite, divê mirov li dijî vê yekê xwe berpirsyar bibînin, ne tenê mirovên li wê derê ji bo hemû kesan divê ev pirsgirêk be. Ev ax û dar pêşeroja me ne. Ji bo parastina wan têkoşîneke bi rêxistinbûyî pêwîst e.”