Li girtîgeha Qizil Hesarê greva birçîbûnê ket roja 6’emîn

Girtiyên li girtîgeha Qizil Hesarê ku li dijî zêdebûna cezayên darvekirinê û zextan dest bi greva birçîbûnê kirine, tevî xirabbûna rewşa wan a tenduristiyê û fişarên rêveberiyê, di roja 6’emîn de çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.

Navenda Nûçeyan – Hinek girtiyên li 2’emîn qawîşa Girtîgeha Qizil Hesarê, di 13’ê Tîrmehê de ji bo nerazîbûnê li dijî zêdebûna cezayên darvekirinê û veguhestina hinek girtiyên cezayê darvekirinê ya ji bo hucreyên yekkesî, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Duh roja Înê, greva birçîbûnê ya van girtiyan ket roja xwe ya 5’emîn. Heta niha der barê berdewamkirin an jî bidawîbûna grevê de tu agahî nehatin parvekirin. Lêbelê, nûçe û dîmenên tên weşandin, nîşan didin ku hinek girtî ji ber greva birçîbûnê, kêmbûna tansiyonê, lawaziya fîzîkî û pirsgirêkên tenduristiyê yên bifikar dijîn. Hate diyar kirin tevî hewldanên rayedarên girtîgehê ya ji bo veguhestina hinek girtiyan a ji bo revîrê jî, girtiyan di domandina çalakiya xwe de bi biryar in.

Girtiyên di greva birçîbûnê de, diyar kirin ku armanca grevê li dijî zêdebûna darvekirinan, veguhestina girtiyên mehkûmê cezayê darvekirinê ya ji bo hucreyên yekkesî û zêdebûna zextên li ser girtiyên mehkûmê cezayên darvekirinê ne.

Hejayî gotinê ye ku 2’emîn Yekîneya Girtîgeha Qizil Hesar, beşa ku hezar û 500 girtiyên ku ji ber sûcên têkildarî madeyên hişber cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, tên ragirtin.