Li Girtîgeha Panosê 3 jin rastî îşkenceyê hatin

Girtiyên siyasî Mizgîn Kayitbey, Lale Kabitbey û Nazlîcan Barişer ên li Girtîgeha Panos a Tîpa L’yê dimînin, ji aliyê gardiyanên mêr ve rastî îşkenceyê hatin û bi saetan bi awayekî dest û pêyên wan bi hev re girêdayî hatin sekinandin.

Agiri- Girtiyên siyasî Mizgîn Kayitbey, Lale Kabişen û Nazlîcan Barişer ên li Girtîgeha Panos a Tîpa L’yê dimînin, di serjimêriya 31'ê Tebaxê hat kirin de li dijî hebûna gardiyanên mêr nerazîbûn nîşan dan. Girtiyên jin diyar kirin ku divê mêr nekevin qada ku jiyana taybet a jinan e. Piştî bûyerê bi rojekê jinan xwest hevdîtinê bi dozgerê girtîgehê re bikin, lê daxwaza wan jî hat redkirin.

Li gorî agahiyên di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de; Li ser vê jinan vê yekê bi lêdana derî protesto kirin. Bi protestoyê re 40 gardiyan ketin hundir û 40 deqeyan li ser hev li girtiyên jin xistin. Hat hinbûn ku, girtiyan 4 saetan bi awayekî dest û pêyên wan bi hev ve girêdayî li odeya rawestandinê hatin sekinandin.

Midûrê yekem ê girtîgehê gef li jinan xwar

Li gorî agahiyên hate parvekirin, di dema îşkencekirinê de midûrê yekem, duyem û sêyem ê girtîgehê jî li ber serê jinan sekinîn. Li gor agahiyên bi dest ketine mudûrê yekem ji jinan re gotiye: "Ên pirsgirêkên li vir radigihînin derv e hûn in. Ger hûn pirsgirêkên li vir ragihînin derve hûn ê di vî halî de bin."

Îşkence di sewqkirina nexweşxaneyê de berdewam kir

Li gorî girtiyan, gava gardiyanan jinan li rîngê siwar kirine bi porê wan girtine û ew bi erdê ve kişandin. Jin bi awayekî destê wan ji paş de kelemçekirî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Piştî muayeneya li nexweşxaneyê bi awayekî lezgîn hatin muayane kirin û birin girtîgehê û gef li girtiyan hat xwarin ku çalakiyan  nekin.

Ji bo mêrên ku êrîş protesto kirin lêpirsîn hat vekirin

Her wiha girtiyên mêr jî ji bo vê yekê protesto bikin li deriyan xistine û der barê 4 girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.

Li gor agahiyên parêzerê ku li girtîgehê serdana jinan kir, dewsa derb û îşkenceyê li ser canê jinan hebûye.