Li gelek bajaran serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin

Di serdegirtina malan a li Stenbol, Şirnex û Rihayê de siyasetmedarên HEDEP'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Stenbol, Şirnex û Riha ji gelek navnîşan re serdegirtina malan pêkhat. Siyasetmedarên Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) jî di nav de hejmarek zêde kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin

Îro serê sibê polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û sedema binçavkirinan jî nehat zanîn.

Navê hîn kesên hatine binçavkirin wiha ne: Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Yûsûf Gorucu, endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Omer Gorunmek, Gulbahar Herdem Fîlîzer, Ahmet Ozboganli, Guney Yildirim, Tûrgût Guvener, Cezmî Guçîn, Ridvan Guçîn, Yavûz Alinçer û Adem Yildiz.

Meşa Gemlikê wek hinceta binçavkirinan hat nîşan dan

Endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê ya HDP'î Fehime Sarûhan, ji bo di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amedê de îfadeyê bide çû Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Fehime Sarûhan li wir hate binçavkirin.

Her wiha di serdegirtinên malan ên Rihayê de jî endamên Meclisa Ciwanên HEDEP'ê Enes Rakim û Mûstafa Ozkan hatin binçavkirin. Têkildarî sedemên binçavkirinan de agahî nehate girtin. Hate diyar kirin dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe û hate destnîşankirin hinceta binçavkirinan "Meşa Azadiyê" ya navenda wê Amed û bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Gemlikê hate pêkanîn e.