Li Efrînê di nav mehekê de 32 kes hatin revandin

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên Efrînê, li Efrîna ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de ye, di mehekê de 32 kes hatine revandin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên Efrînê, li Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de ye di meha Çileyê de 32 kes hatine revandin.

Di nûçeyê de li gorî daneyên Navenda ANHA'yê navên kesên hatine revandin jî hatin parvekirin. Di daneyên parvekirî de hat diyarkirin ku piraniya kesên mijara gotinê ji ber rişwet nedane ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.