Li Efrînê cenazeyê jineke ciwan a 25 salî hat dîtin

Li derdora gundê Yazibaxê yê navçeya Şera ya Efrînê cenazeya jineke ciwan a 25 salî ya ji biyaniyên ku li Efrînê hatine bicihkirin, hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Li gor agahiyên ku çavkaniyên ji hundirê Efrînê dane, duh şêniyên gundê Yazibaxê yê girêdayî navçeya Şera cenazeyê jineke ciwan a bi navê Aya Ehmed Şihêd a 25 salî dîtin e.

Hat hînbûn ku jina ciwan a ku mirî hatiye dîtin ji gundê Xefiyê yê girêdayî bajarokê Xenasir ê gundewarên Helebê ye, lê tu hûrguliyên din der barê bûyerê de nehatin zanîn. Gundê Yazibaxê li nêzî bajarê Ezazê yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye.

Dewleta Tirk û komên girêdayî wê li dijî xwecihên herêmê û bi taybet jin û zarokan sûcên mîna qetilkirin, detsdirêjî û revandinê pêk tînin. Tenê di mehên Gulan û Tîrmehê de komên girêdayî dewleta Tirk destdirêjî 3 zarokên keç ên bi temenên 10, 13 û 14 salî kirin.

Li gorî bîlançoya dawî a Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji destpêka êrişa dagirkeriyê li dijî bajarê Efrînê û vir ve zêdetirî 680 welatî hatine qetilkirin; ji wana 93 kes bi îşkenceyê hatine qetilkirin. Her wiha zêdetirî 100 jin hatine qetilkirin, zêdetirî 80 jin jî rastî destdirêjiyê hatine ku di nav de zarokên keç jî hebûn û zêdetirî 8 hezar û 792 kes hatine revandin.