Li Efganîstanê bi pileya 6,5 erdhejek pêk hat

Li bajarê Heratê yê bakurê Efganîstanê erdhejeke bi pileya 6,5 pêk hat.

Navenda Nûçeyan - Îro danê sibê li bajarê Heratê yê bakurê Efxanistanê erdhejek bi pileya 6.5 rû da.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Emerîkayê (USGS) ragihand ku erdhej bi kûrahiya 8,2 kîlometreyan pêk hatiye û piştî erdhejê li herêmê erdehejên peyhatî dewam dikin.

Derbarê ku piştî erdhejê wêranî yan jî ziyanên canî hene yan ne, heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.

Hefteya borî li bajarê Herat ê Efganîstanê bi mezinahiya 6,3 erdhejek pêk hat. Di erdheja ku xebatên rakirina xirbeyan dewam dikin de, hat ragihandin ku hêjmara miriyan 2 hezar derbas kir, zêdeyî 10 hezar kes jî bê mal man.