Aktivîsta Filistiînê: Ambulansa ku çû hewara birîndaran bû hedef

Aktivîsta mafên mirovan Hanadî Abed diyar kir ku ambulansa ku xwest biçe hewara birîndarên ku li taxên Xezayê yên tên bombekirin û wesayîdên ku xwarinê ji bo gel dibirin ji aliyê Îsraîlê ve hatine hedefgirtin û destnîşan kir ku Îsrail sûcên şer dike.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 5’an de berdewam dikin. Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa hewayî ya li dijî Şerîdaya Xezayê di bin dorpêçê de ji şevê heta sibejê berdewam kir. Di êrîşa li dijî Xezayê de 200 Îsrailiyan jiyana xwe ji dest dan, 106 jê giran 2 hezar û 806 kes birîndar bûn. Wezareta Tendirustiya Filistînê diyar kir ku di êrîşa Îsrilê de li Xezayê 260 jê zarok, 200 jin jî di nav de 900 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 hezar û 500 kes jî birîndar bûne. Li Şerîdaya Rojava dan zanîn ku di êrîşa leşkerên Îsraîlê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane, nêzî 130 kes jî birîndar bûne.

‘Tişta tê jiyin qirkirin e’

Aktivîsta mafên mirovan a Filistînê Hanadî Abed der barê pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de nirxandin kir. Hanadî Abed êrîşa Îsraîlê ya li dijî sivîlên bê sûc û di nav de zarok û jin hene şermezar kir û êrîşan weke ‘qirkirin’ bi nav kir. Bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî û got: “Avahî, sazî, riyên navendî, binesazî, tevnên têkiliyê bi balafirên şer hatine bombekirin û bajar veguheriye xweliyê. 

‘Îsraîl hewl dide hemû cihên jîngehê tune bike’

 Hanadî Abed diyar kir ku Îsraîl hewl dide hemû cihên jîngehê tune bike û wiha got: “Taxên El-Rîmal, El-Darac, El-Karameh hatin bombekirin. Di êrîşên ku nîvê şevê hatin kirin de çekên qedexe yên navneteweyî hatin bikaranîn. Piştî êrîşan ketin û derketina ekîbên tenduristiyê jî hat astengkirin. Her wiha ambûlanseke ku dixwest biçe herêma êrîş lê pêk hatine jî hat bombekirin. Peymanên navneteweyî destnîşan dikin ku birîndar û nexweşên li hawirdorên şer, girtiyên şer û sivîlên ku ji ber şerê çekdarî zirar dîtine û hemû kesên ku rasterast beşdarî şer nabin divê di bin her şert û mercî de lênihêrîna mirovî û dermankirina wan bê dayîn. Ji ber wê divê Îsraîl vê biryarê bi cih bîne.”

‘Bi êrîşa li ser rojnamevanan hewl dide ser sûcên şer bigre’

Hanadî Abed, anî ziman ku heta niha 8 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane, 10 rojnamevan birîndar bûne û 2 rojnamevan jî winda ne û got: “Êrîşa li ser rojnamevan û saziyên çapemeniyê binpêkirina herî metirsîdar e. Îsraîl naxwaze wêranî û sûcên şer ên li bajarên ku dagir kirine ji cîhanê re were ragihandin. Saziyên çapemeniyê û malên rojnamevenan bi bombeyan hidiweşîne. Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê ragihand ku rojnamevanên li bajarê Xezayê dema ku bûyeran dişopandin bune hedef û hatine qetilkirin û zêdetirî 40 dezgehên ragihandinê bi qismî û bi temamî hatin wêrankirin.”

‘Hiqûqa navneteweyî tune tê hesibandin

Hanadi Abed diyar kir ku ruxmê nûçegihanên şer û esîrên şer li gorî 3’emîn Peymana Cenevreyê û Protokola Zêde ya 1977’an ji hêla bendan ve ketine bin temînatê jî rojnamevan tên hedefgirtin û da zanîn ku Îsraîl hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne û wiha axavî: “Li aliyekî din xebatên tîmên parastina sîvîlan tên astengkirin Îsraîl riyên giştî bombebaran dike, veguherandiye xirbeyan. Gelek cenaze di bin xirbeyan de mane. Li hêleke din kesên ku di malen xwe de tî û birçî ne di bin bombebaranê de mane hene. Gelek kes jî di stargehan de dimînin. Zarok û jin pir bandor dibin.”

‘Ne ji ber şer be jî mirov dê ji birçîbûnê bimrin’

Henadî Abed her wiha armanckirina kamyoneke Misrî ku ji bo gihandina alîkarî û xwarinê ji sivîlan re derbasî Şerîdaya Xezayê dibû û hat hedefgirtin ku di demekê de Îsraîl ji Amerîka û Îngilistanê alîkariyên leşkerî û mûşekan werdigirt, şermezar kir û wiha pêde çû: “Ez pir meraq dikim ku mirovên di van bajarên ku di bin dorpêçe de ne dê çawa bijîn. Ger ji êrîşan nemirin jî dê ji birçîna bimrin. Ji ber bombebaranan hinek jin û zarok di encama fetisandinê de jiyana xwe ji dest dan. Dema ku ez hesabên medyaya dîjîtal dişopînim, dibim şahida bangên malbatên ku bi saetên dirêj di bin xirbeyên hin xaniyan de mane. Ji ber tirsê Parastina Sivîl an Xaça Sor nikarin xwe bigihîjînin wan an jî wan kesan ji deverê derxin, ji ber ku Îsraîl rasterast wan dike armanc."

Hanadî Abed di berdewamiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku çavên xwe li hember bûyerên ku li Xezayê diqewimin negirin û ji bo pêşîgirtina li komkujiyan û parastina rojnameger, tîmên tenduristiyê û parastina sivîl demildest bikevin tevgerê û wiha bi dawî kir:

“Divê sivîl di nav de zarok û jin demek pir kin de bên derxistin. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de, li Xezayê bircên mezin ên niştecihbûnê, li Xezayê avahiyên din ên niştecihbûnê û Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Fîlîstînî yên li Rojhilata Nêzîk ê NY’yê hatine hedefgirtin. Di van êrîşan de windahiyên sivîl çêbûn. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan hişyarî da ku Îsraîl dê bi berdewamî siyaseta xwe ya xeterekirina jiyana sivîlan bi têkbirina qabiliyeta tesîsên bijîşkî yên karkirinê bidomîne û rewşa ku 'jixwe krîtîk' e li Xezayê hîn girantir bike.