Di êrîşên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kesan jiyana xwe ji dest da

Di êrîşên dewleta Tirk ên di navbera rojên 4-11’ê Cotmehê de li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê 2 jê zarok 47 kesan jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk ji 4’ê Cotmehê ve li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe didomîne. Di êrîşên ku îstasyonên santralên elektrîkê, av, gaz û petrol tên hedefgirtin de heta niha 2 jê zarok 47 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji 59’an zêdetir kes jî birîndar bûne. Herêmên ku ji 5’ê Cotmehê ve êrîş li wan didomin û bîlançoya kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne wiha ye:

5’ê Cotmehê: Di êrîşên li Kobanê de Ebdurehman Nasan, Gilo Şêx Elî, Ebdurehman Hecî, Huzeyfe Hiso û Îsmaîl Xelîl; di ya Hesekê de Ednan Ebdî û Riyad Korekcî; di ya Tirbespiyê de jî Mihemed Hisên El Ilêwî jiyana xwe ji dest dan.

5’ê Cotmehê: Di êrîşa hewayî ya li dijî Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê de 6 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn, şervanekî QSD’ê jiyana xwe ji dest dan, 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn.

Di êrîşan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan

8’ê Cotmehê: Di êrîşa hewayî ya li dijî Akademiya Têkoşîna bi Tiryakê re ya li herêma Koçerat a Rimêlana Dêrikê, 29 endamên yekîneyê jiyana xwe ji dest dan, 28 kes jî birîndar bûn.

9’ê Cotmehê: Di êrîşa li dijî gundê Mestûr ê Eyn Îsayê de du zarokên bi navê Nadiya El Eyaş a 10 salî û Elî El Eyaş ê 9 salî jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa li ser karkerên jin ên di zeviya pembû ya li navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê de Rekse Salih Fewaz a 50 salî, Xedîce Îdan El Temir a 40 salî, Fereh Ednan a 25 salî, Zêne Hemod a 20 salî û zaroka bi navê Cûmana Hemad birînar bûn.

10’ê Cotmehê: Di bomberana li ser gundê Xalidiyê yê Kantona Girê Spî de Emşe Hîlal El Bekar a 65 salî jiyana xwe ji dest da hevjînê wê, Mihemed Xelef El Elî yê 70 salî jî bi giranî birîndar bû.