Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 27’emîn didome.

Mexmûr – Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewrgirtina koma 27'emîn didome. 

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 26’emîn Berdevkê Komîta Saziya Malbatên Şehîdan Murad Encu axivî.

‘Emê her roj çalakiyên xwe zêdetir bikin’

Murad Encu diyar kir ku wek gelê wargeha Mexmûrê ew çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî pîroz dikin û wiha got: “Çalakiya wan pîroz û binirxe. Wek gelê wargehê jî çi ji destê me tê emê bikin û heya dawiyê piştgiriya çalakiya wan dikin. Ev nêzî sê salane Rêbertiya me dinava tecrîdek giran deye û herî dawî jî hat zanîn ku cezayek din ê disiplînê li ser ferzkirine. Em jî wek gelê Mexmûr heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO û azadiya Kurdistanê çi ji destê me bê emê bikin, emê her roj çalakiyên xwe zêdetir bikin.”

‘Li her derê gelê kurd dinava çalakiyên bi hêz dene’

Murad Encu destnîşan kir ku li beramberî êrişên dewleta Tirk a dagirker herku diçe berxwedana gelê Kurd mezintir dibe û got: “Wek hun jî dizanin di demê dawî de îstîxbarata Japonya PKK’ê ji lîsteya terorê derxist, ev gavek pir girînge. Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku hemu dewletên PKK’ê xistine lîsteya terorê wê demek nêzîk de derxînin. Ev ji bo azadiya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêber APO gaveke. Ji ber ku li herderê gelê Kurd dinava çalakiyên bi hêz dene û her ku diçe çalakiyên wan mezintir dibin.”

Di dawiyê de hat diyar kirin ku wek wargeha penaberan a Mexmûrê soz didin ku heya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê wê hertim li ser riya heqîqetê têkoşîna azadiyê bimeşînin.

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.