Li Cezayîrê ji bo piştgiriya gelê Filistînê çalakî hat lidarxistin

Di Roja Piştevaniya Navneteweyî ya bi Filistînê re, jinên Cezayîrî li ber ofîsên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê yên li Cezayîrê çalakî li dar xistin.

NEJWA RAHEM

Cezayîr – Ji sala 1989’an vir ve her sal di 29’ê Mijdarê de bi boneya roja cîhanî ya hevgirtinê bi gelê Filistînê re tê pîrozkirin. Bi boneya Roja Cîhanî ya Hevgirtina bi Gelê Filistînê re, aktîvîstên femînîst li ber ofîsên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê çalakiya protestoyî li dar xistin. Jinan pankartên bi nivîsa "Femînîstên Cezayîrî bi Filistînê re ne”, “Heta ku parçe bi parçe azad bibe” Her wiha dirûşmeyên şermezarkirinê berz kirin.

 ‘Em nikarin bêyî tu helwestekê di malên xwe de bimînin’

Çalakvan Fadimê Oussedik ya beşdarî çalakiyê bû wiha got: “Em îro derketin qadan ji ber ku em rewşa ku gelê Filistînê tê de dijîn dişopînin û em nikarin destê alîkariyê bidin û nikarin tevbigerin. Îro ji ber kuştin û bombebarana li Xezayê diqewimin em di rewşeke hestiyarî de ne. Dema ku em her roj û her deqe li ser qetilkirin jin û zarokan temaşe dikin û dibihîsin, em nikarin bêyî ti helwestekê di malên xwe de bimînin, ev ne mimkûn e.”

‘Dewletên navneteweyî tenê berjewendiyên xwe difikirin’

Çalakvan Fatima Elîwa diyar kir ku her roj ji aliyê hevrêyên xwe yên femînîst ên li derveyî welat ve li ser însiyatîf û helwestên jinên Cezayîrî yên ji bo piştgiriya gelê Filistînê tên pirsîn. Fatima Elîwa di berdevamiya axaftina xwe de nerazîbûna xwe li hember dewletên navneteweyî nîşan da û diyar kir ku dewletên ku li hember êrîşên li ser Xezayê bêdeng dimîmin tenê berjewendiyên xwe difikirin.

‘Kesên hiqûqa navneteweyî binpê dikin divê bên mehkûmkirin’

Parêzer û aktîvîsta femînîst Aouicha Bekhti diyar kir ku ji bo piştgiriya gelê Filistînê ev çalakî li dar xistine û got: “Dagirkerî sedema hemû binpêkirin û binpêkirinên giran e û her kesên ku hiqûqa navneteweyî û mirovî binpê dike divê bê mehkûmkirin û cezakirin.