Li dijî qeyûman çalakiyên gel didomin

Çalakiyên ku li dijî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên bajarê mezin ên Mêrdin, Êlih û şaredariya Xelfetiya Rihayê bi dirûşma ‘Ji Qeyûm re na, demokrasî’ dabûn destpêkirin bi çalakiyên mezintir berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan – Li dijî tayînkirina qeyûman ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve li ser şaredariyên bajarê mezin ên Mêrdin, Êlih û şaredariya Xelfetiyê, çalakiyên ku bi dirûşma ‘Ji qeyûm re na, demokrasî’ hatine destpêkirin didomin.

Li dîjî tayînkirina qeyûm li ser şaredariya Êlihê, çalakiyên li taxan, bi berxwedana ciwanan berdewam dikin. Ciwanên ku li taxên Huzur, Cumhûriyet, Emeklî TOKÎ, Pazaryerî, Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Korikê, Bayindir, Cûdî û Petrolê daketin qadan, gotin “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe.” Ciwanan di meşê de bênavber dirûşmên “Qeyûm wê biçe, gel wê were” û “PKK gel e gel li vir e” berz kirin û meş li dar xistin. Polîsan bi gaza îsotê, guleyên plastîk û TOMA'yan êrîşî meşa ciwanan kirin. Ciwanan bi kevir, guleyên hewayî û molotofan bersiv dan êrîşê. Berxwedana ciwanan a li taxan heta derengiya şevê berdewam kir.

Li Xelfetiyê nobet didome

Li navçeya Xelfetiya Rihayê çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin, berdewam dike. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, ji derveyî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu û Ferît Şenyaşar, endama Meclisa DEM Partî Pakîze Sînemmîllîoglu, rêxistina bajar a Xeleftî ya DEM Partî û hejmarek zêde kesan beşdar bûn. Tê payîn îro şandeyek ji Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir serdana nobetê bikin. 

Tabloya çûyîn-hatin hat daliqandin

Li aliyê din hevşaredarên Xelfetiyê, tabloya 5 mehan a şaredariyê ya çûnhatinê bi gel re parve kir. Piştî daliqandina pankartê, Mehmet Karayilan daxuyanî da û diyar kir ku di rêveberiyên xwecihî de polîtîkayên ku hesabdayîna ji gel re esas digrin û wiha got: “Em şaredariyên ku zelal in esas digrin. Ji ber wê em guncaw dibînin ku tabloya çûnhatinê bi gel re parve bikin. Ji ber vê pankarta çûnhatin û beriya hilbijartin pereyê ku hatiye razandin em li vir dadiliqînin. Bila gelê me bizanibe me çi xizmet daye.”

‘Em gav paşve navêjin’

Li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê çalakiyên li dijî qeyûm didomin. Di heman demê de nobeta Dayikên Aştiyê jî didome. Li navçeyên girêdayî bajar, bi çalakiyên cur be cur ên bi şev û roj qayûman şermezar dikin. Berxwedana ku li ber şaredariya bajarê mezin didome, ji roja destpêkê ve heta niha di nava kesên beşdar bûne de Dayikên Aştiyê, li dijî xespa îradeyê dibêjin: “Em ji vê zilmê re serî natewînin, gav şûnde navêjin.”

‘Bijî îradeya gel bijî azadî’

Li Stenbolê rêxistina navçeya Pendîka DEM Partiyê, li Pendikê hatin ba hev. Di çalakiyê de ji derveyî parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu, hejmarek zêde ya nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn. Girse ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di nava dorpêçê de Çîçeke Otlu bertek nîşanî rewşê da û got: “Em ji her derê dimeşin Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê. Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve. Li welat em ê li dijî îradeya ku dengên gelê Kurd red dike têbikoşin. Bijî îradeya gel, bijî azadî.”

‘Qayûm rant talan dizî ye’

Rêxistina navçeya Tarsûsa DEM Partiyê, ji bo tayînkirina qeyûman li sê şaredariyan, li tesîsên civakî ya Taxa Fahrettîn Paşa çalakî hat lidarxistin. Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca û bi sedan hemwelatî beşdarî çalakiyê bûn.

Perîhan Koca di çalakiyê de axivî û wiha got: “Qeyûm di heman demê de projeya hilweşandina şaredariyên gel e. Qeyûm rant, talan û dizî ye. Em dizanin ev dizî xesbek li dijî îradeya gel, îradeya ciwan û jinan e. Em ji Tarsûsê bang li vê rejîma qesrê ya nediyar a îradeya gel nas nake dikin: Qeyûmên we li ba me tu hukmê wan tune ye, em wan nas nakin, em teslîm nabin û em ê we di sindoq, kolan û bi berxwedana xwe de têk bibin. Em ê aştiyê binîn vê xakê.”

 Li Edeneyê jî DEM Partiyê li taxên Daglioglu û Gulbahçe yên girêdayî navçeya Seyhanê serdana esnaf û qehwexaneyan kir û bang li gel kir ku li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin. Endamên partiyê, li dijî zext û xespkirina îradeya gel vexwendin ku tevli daxuyaniya ku îro di saet 17:00’an de li Parka Înonuyê bi beşdariya hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi dirûşmeya “Ne Qayûm, Demokrasî” bê dayîn bibin.