Li dijî êrişên li ser Şengalê banga xurtkirina têkoşînê

Endamên Tevegera Azadiya Jinên Êzidî yên bertek nîşanî êrişa dewleta Trik a li ser Şengalê dan, bal kişandin bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li dijî êrişan û li dijî êrişan banga parastina çand û hebûnê û xurtkirina têkoşînê li civaka Êzidî kirin.

HÊVÎ EZDA

Şengal – Duh di demjimêrên piştî nivro de dewleta Tirk bi balefirên bi çek û bê mirov êrişî Şengalê kir. Di encama êrişê li dijî wesayetê de hat ragihandin ku 3 endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jiyana xwe ji dest dane. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî yên helwest nîşanî êrişên dewleta Tirk dan, bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li dijî êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û banga parastin û berxwedanê li civaka Êzidî kirin.

‘Bêdengiya Iraqê nayê qebûlkirin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sînem Îbrahîm êrişê ku pêk hat bi tundî şermezar kir, sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest û anî ziman ku li dijî êrişên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin bêdengiya Iraqê nayê qebûlkirin. Sînem Îbharîm got: “Nabe ku am gazin ji dijmin bikin. Lê li cihê wê divê weke civaka Êzidî em tavreke radîkal li dijî hukumeta Iraqê nîşan bidin ji ber ku hukumeta Iraqê destur dide van êrişan ev jî cihê şermezariyê ye."

‘Emê bihêztir bibin’

Sînem Îbrahîm a anî ziman ku ewê li dijî êrişan bi xurtkirina parastin û berxwedanê hebin wiha got: “Em weke civaka Êzidî divê ji herdemê bêtir xwedî li bawerî, çand, Şehîd û axa xwe derbikevin ji bo wê divê em bi parastin û bihêzkirina saziyên xwe bersiveke pêwist bidin dijminên xwe. Bila dijminê me baş bizane me ji bo vê baweriyê 74 ferman jiyan kiriye û ji bo em bi pergaleke xweser bijîn û xwe birêve bibin me bi sedan şehîd dane. Lewra em ê ji herdemê bihêztir bibin em dest ji wan re danaynin."

Banga têkoşînê

Endama TAJÊ Emşê Merwan jî bi heman awayî helwestê xwe nişanî êrişên dewleta Tirk da û  bang li tevahî Êzidiyên cîhanê kir ku ji bo parastina xwe berê xwe bidin Şengalê û mil bidin milê hêz û rêxistinên xwe.