Farîba Barhanzehî: Li Îranê jin dest ji qadan bernadin

Çalakvana Belucî Farîba Barhanzehî da zanîn ku jinan piştî qetilkirina Jîna Emînî qad vala nehiştne û got: “Jin li qadan li gel mêran têdikoşin û her roja ku diçe zêdetir bi hêz dibin.”

ŞAHLA MOHAMMADİ

Navenda Nûçeyan- Çalakvana Belucî der barê salvegera serhildana li Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi pêşengiya jinan dest pê kir nirxandin kir û da zanîn ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ şoreşeke bêhempa ye.

‘Tevgera Jînayê tevgerek bêhempa ye’

Farîba Barhanzehî da zanîn ku tevgera Jînayê tevgerek bêhempa ye û koka wê digihîje têkoşîna bi salan a Kurdane û wiha got: “Bi qetilkirina Jîna Emînî re li çar parçeyên welat xwepêşadanan dest pê kir. Jîna ji aliyê dewriyeya hêzên Îrşad ve hat qetilkirin.”

‘Êşên ku hatin jiyîn hevpar bûn’

 Farîba Barhanzehî diyar kir ku serhildan teyisîna gelê Kurd hêrsa wan a li dijî Îranê ye û wiha got: “Gelê Kurd û bi taybet jin, li Îranê bi dehan sal in rastî cihêkariyê tên û bi kuştina Jînayê re jinan serî hildan. Ji ber êşa ku kişandin hevpar bû. Ji Tahranê heta Belûcistanê, mirov wekî ku zarokên wan hatibin qetilkirin pê êşiyan û daketin qadan. Gel ji xweliya xwe afirî û ev agir belavî hemû aliyên welat bû. Bi qetilkirina Jînayê re zaroka Belûcî ya 15 salî ji aliyê waliyê Çabaharê ve êrîşa zayendî hat û hêrsa jinan û gel her ku çû zêde bû. Gel daket qadan daxwazên xwe anîn ziman û ew sûcê ku hat kirin hikumet jê berpirsyar bû. Lê belê hikumet bersiva van daxwazan neda.”

‘Hewl dan jinan ji derveyî civakê bihêlin’

Farîba Barhanzehî destnîşan kir ku ji ber dizanibûn jin bi hêz in evqas zext tên kirin û wiha domand: “Komara Îslamî ya Îranê bi polîtîkayên xwe hewl da jinan ji derveyî civakê bihêlin. Komara Îslamî ya Îranê her dem li dijî gelê Belucistanê ku li aliyekî dûrê Îranê ye cihêkarî kiriye û gel xistiye nava xizaniyê. Gel ji derfetên perwerdeyê sûdê girt. Mirovek ku di nava xizaniyê de dijî êdî tu daxwazan nikare bike..”

‘Li Belucistanê mêr jî weke hemwelatiyên çîna duyem tên dîtin’

Farîba Barhanzehî îşaret bi wê yekê kir ku li Belucistanê ne tenê jin mêr jî çîna duyem tên dîtin û wiha got: “Di encamê de dengê me nedihat bihîstin û ragihandinek ku dengê me bigihîjîne tunebû. Lê belê niha teknolojî gelek pêşketî ye. Sûcên ku Komara Îslamî ya Îranê kirin, bi telofonan hatin kişandin. Sûcên dewletê yên çalakiya Îna bi xwîn bi dîmenên ku bi telefonê hatin kişandin, hat belgekirin û li hemû cîhanê belav.”

‘Rûyê sexte yê komara Îslamê nîşanî hemû cîhanê dan’

Farîba Barhanzehî bi bîr xist ku bûyerên qetilkirina Jîna Emînî û êrîşa zayendî ya li dijî zaroka 15 salî û çalakiyên Îna bi xwîn rûyê sextê yê komara Îslamî nîşanî hemû cîhanê dane û wiha got: “Komara Îslamî li dijî me di bin navê ‘parçekirinê’ de qetlîam pêk anîn. Lê belê wê bi ser nekevin. Ji Kurdistanê heta Belûcistanê tifaq hatin avakirin. Qetilkirina Jînayê ket sala duyemîn. Komara Îslama Îranê ji serhildana gel gelek di tirse û ji ber vê jî hewl didin malbatan bi tirsinin. Lê belê gel û bi taybet di  nava jinan de hevgirtinek mezin heye. Jin dest ji qadan bernadin û li kêleka mêran têdikoşin, her roja ku diçe bi hêztir dibe. Komployên komara Îslamê êdî bandorê li ser wan nake. Ez di wê hêviyê de me ku wê jin û mêr di pêşerojê de serkeftinan bi dest bixin.”