Li dijî daxwaza qedexekirina çalakiyên li hemberî zayendparêziyê bertek
Çalakvên jinên bertêk nîşanî Cîgirê Serokê Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê Berzan Muhammed Salih ê belgeyek ku li Silêmaniyê qedexekirina çalakiyên li dijî zayendperestiyê dihewîne weşand, dan.
Navenda Nûçeyan- Li dijî zêdebûna qetlîamên jinan û tundiyê yên li Herêma Başûrê Kurdistanê tu plansaziya çalakiyê nehatiye amadekirin, ji bo bi tevahî bêdengkirina dengê jinan hewil tê dayîn biryarên nû bên îmzakirin. Cîgirê Serokê Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê di belgeyekê ku duh weşand de, hat xwestin ku li hemû herêmên di nava sînorên Silêmaniyê de, çalakî û civînên li dijî zayendperestiyê di hemû saziyên girêdayî hikûmetê de bên qedexekirin.
Rayaderên herêmê ku li hemberî zêdebûna qetlîamên li ser jinan yên li Herêma Başûrê Kurdistana tu helwestê nîşan nadin, ji bertekên li dijî polîtîkayên cudakar û zayendperestî yên li hemberî jinan rehetsiz dibe û daxwaza girtina biryarên nû bike. Di belgeyekê ku duh bi îmzeya Cîgirê Serokê Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê Berzan Mihemed Salih ve hat ragihandin û tê xwestin bê qebûlkirin de, daxwaz kir ku li sînorên parêzgeha Silêmanî û Raperîn û Germiyan ku di dikeve nava van sînoran de, hemû çalakî û civînên li dijî zayendî li hemû saziyên girêdayî hikûmetê bên qedexekirin.
Di hinceta biryarê ku bi îmzeya Cîgirê Serokê Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê hat weşandin de, hat diyar kirin ku çalakiyên li dijî zayenda civakî li ser nifşê nû metirsî ava dike û exlaqq civakê xira dike.
Serokatiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê der barê belgeya ku di nava xwe de qedexekirina çalakiyên li dijî zayendperestiyê dihewîne ku Cîgirê Serokê Meclisa Parêzgehê Berzan Mihemed xwest ji biryarê re were girêdan de, hîn daxuyaniyeke fermî neda.
Jin li dijî biryarê bertek nîşan dan
Piştî belgeya ku bi îmzeya Berzan Muhammed hat weşandin, gelek jinên çalakvan û nivîskar li ser hesabê xwe yên medyaya dijîtal bertek nîşanî biryara tê xwestin were qebûl kirin dan.
Nivîskar Kinêr Ebdullah diyar kir ku girtina biryareke wiha dê bibe xeletiyeke dîrokî û wiha got; “Ger ev biryar bibe muxtira an jî biryara Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê, dê bibe xeletiyek dîrokî ye. Divê ev biryar ji ber çavan bê derbas kirin. Divê hemû pêşniyara ku di vî warî de were kirin û her biryara were girtin were jêpirsin kirin û baş were lêpirsin kirin. Lewra pêşniyarkirina vê yekê jî perspektîfa îdeolojîk a kesane diyar dike. Tu rewşek ku ev biryar li ser esasê were girtin nîne. Wek îdarî û qanûnî biryareke wiha bi tena serê xwe nayê girtin. Ger wiha bibêjî divê were betalkirin.”
'Merheba cehiltî û wehşet!'
Aktîvîsta mafên jinan Gona Seîd a bi van gotinan "Min ji wan şerm kir û nizanim çi bibêjim" bertek nîşanî vê belgeyê da, ev çaranî ku li Herêma Başûrê Kurdistana tê bikaranîn û rexne dihewîne bertekê xwe anî li ser ziman: “Merheba cehiltî û wehşet! Merheba bi sedan car merheba! Merheba, yên ku tif li zanîst, huner û ronahiyê dikin!...”
Çalakiyên li dijî zayendperestiyê veguherî pirsgirêka welat
Çalakvana jin a din Rezaw Gulî ku li ser hesabê xwe yê Facebokê bertek nîşan da û ev peyam parve kir: “Pirsgirêka sereke ya vê welatî û vê bajarê çalakiyên li dijî zayendperestiyê ne. Şikûr ji Xwedê re! Ez fikirim ku Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê biryar daye ku pirsgirêkan bine rojev e; elektrîk, petrol, gaz, mûçeyên tên dizîn, kolanên tijî çal, bac û gumrik, bazara giran, bihaya dolar û xweşîk kirina bajêr…”
Nivîskar û helbestvan Kejal Nûrî jî di nav kesên bertek nîşan da bû. Kejal Nûrî bi gotinan anîna vê daxwazê ya ji rojevê re rexne kir. “Îxwanîs û selefiyên di Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê de destên xwe xurt kirin û ilmê zayendî qedexe kirin.”