Li Cizîra Botan dîrok bi evîna Zînê her dem zindî ye!
Cizîr, navê têkoşîna li dijî zilm, zor û neheqiyê ye. Her dem şahidiya destanên ku ji ber pevçûna "başî" û "xirabiyê" derdikevin dike. Li van axan, navê berxwedana bi sedsalan Mem e lê navê serhildana jiyanê ya ku wekî ferzek exlaqî hatiye ferzkirin, "hebûn" Zîn e.
Şirnex - Li Cizîrê, yek ji mijarên esasî yên nasnameya Kurdî, hem çîrok, hem jî destanên şopên axa ku lê çêbûne digirin. Mîna ku di çîroka Mem û Zîn de hatiye jiyîn. Ji ber ku ev çîrok ne çîrokek evînê ye lê çîrokek bi analîzên sosyolojîk ku dîrok û dema îro di nava xwe de girtiye ye. Êrîşên feodal ên hatine ferzkirin teslîm nebûna, "çarenûs" û "çarenivîsê" ye. Ew navê têkoşîna bi "evîn" a li dijî zordarî, zor û bêmafiyê dayîna têkoşînê ye. Hesabpirsîna neheqiyê ku piştî 400 salan dubare dibe. Ew mîna şahidiya têkoşîna Zînê ya nû ye ku ji pevçûna "xirabî" û "başiyê" ji bo "bihevrebûn", "fedakarî", "biratî", "hevaltiyê" çêbûye li hemberî têgihîştina serdest a îroyîn ku jiyana şexsî pîroz dike.
Di sedsala îroyîn de dema ku li dijî têkiliyên malbata feodal û têgihîştina serdest, pêlên vejînê çêdibûn, êş û şîna ku Zînê ji axê nû ve afirandibû di şexsê Guler Tunç de zindî dibe bi qonaxek nû ya têkoşînê re. Guler Tunç bi têkoşîn û êşa xwe re kurtejiyana temamiya Botanê bû… Dema ku hevjînê wê Orhan Tunç ê ku şeş meh berê pê re zewicîbû, di dema qedexeya derketina derve ya salên 2015-2016’an de hatibû îlankirin, di jêrzemînê de hat qetilkirin, jiyan ji bo wê ber bi riyeke nû ve diçû êdî.
Serhildêriya cara yekem
Gulera ku di sala 1999’an de li Silopiyê ji dayik bû û piçûka malbatek xwedî 8 zarok bû, di serdana malbatan de Orhan nas dike. Piştî hevaltiya wan a 3 salan, malbata wê dixwaze bi pismamê xwe re bizewice lê Guler cara yekem li dijî rewşek derdive. Li hemberî malbata wê ya ku pir jê kir û zîhniyeta feodal a di nava malbatê de serî radike. Serhildana ku li dijî derketina malbata xwe dest pê kir dê di pêşerojê de derbasî qonaxek pir cuda bûbûya. Gulera ku dibêje; “Ger ez bizewicim divê kesê ku ez jê hez dikim be” bi ser dikeve û destûr tê dayîn ku bi Orhan re bizewice.
Qedexeya derketina derve…
Di 26’ê Nîsana 2015’an de, şeş meh piştî ku Guler û Orhan bi kevneşopiyên herêma Botanê dizewicin, qedexeya derketina ji derve te ragihandin. Ji ber ku Guler wê demê ducanî bû ji Cizîrê diçe Silopiyê gel malbata xwe. Orhan jî li Cizîrê li cem malbata xwe dimînê. Piştî rojên qedexeyê, bi destpêkirina bombebaranê û pevçûnên tund, malbat xwe amade dike ku ji Cizîrê derkeve, vê carê agahiya birîndarbûna birayê mezin ê Orhan, Mehmet Tunç tê. Orhanê ku ji bo birayê xwe xilas bike ji malê derdikeve û careke din venagere. Orhanê ku ji bo biçe Taxa Cûdî derdikeve, dema ku digihîje Kolana Nisêbînê bi perçeyek şarapnelê ji çoka xwe birîndar dibe, ji ber nehatîna ambulansê 5 saetan li erdê dimînê, xwîna zêde winda dike û bi alîkariya kesên li cihê bûyerê wî dibin binê avahiya ku bi jêrzemîna sêyem tê binavkirin. Di vê navberê de bang û serlêdanên malbatan ji bo birîndaran ji Dadgehên Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) bi rêya parêzerên bêencam dimînin.
Gulera ku agahiya wê ji hemû bûyeran heye, her çiqas rewşa wê ya ducanîbûnê bi xeter jî derbas dibe nikare hin zedêtir îdarê bike û ji bo nêzî Orhan bibe ber bi Cizîra ku dibin bombebaranê de maye dikeve rê. Guler bi ambulansa ku gazî kirinê, radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Dema ku amadekarî ji bo razandina Gulerê tê kirin, ew ji bo agahî ji Orhan bigrê dixwaze biçe malê. Bijîşk ji bo wê îkna bike jê re dibêje “Ger tu ji nexweşxaneyê derbikevî rewşa pitikê dê bikeve xeterê.” Guler jî wiha bersiv dide "Ez ji bo Orhan hatime Cizîrê, ne ji bo li nexweşxaneyê razêm." Her ku roj derbas dibin, Orhan kêm caran dikare telefon veke. Êdî dema welidandina zarok jî nêz dibe. Piştî di 7ê Sibatê de, Mehmet Tunç jî di nav de, nêzî 60 sivîl li “jêrzemîna yekem” tên qetikirin, 4-5 roj piştre nûçeyek din a komkujiyê tê. Piştî teqîna dijwar, bi nûçeyek tê ragihandin ku bi dehan sivîlên di "jêrzemîna duyemîn" de jiyana xwe ji dest dane.
Axaftina dawî ya bi Orhan re
Gulera ku ji ber rewşa wê li nexweşxaneyê hatiye razandin, di 9’ê Sibatê de cara dawî bi telefonê Orhan re diaxive.
Guler, wiha behsa axaftina xwe dawî ku bi Orhan re di saet 07:00 sibehê de kiriye dike:
“Rewşa min pirsî dema ku min got 'Ez li Cizîrê li nexweşxaneyê me, hindik maye zarok were dinyayê. Hûn çawa ne? got; "Rewşa me nebaş e, tenê barîkatek dawî maye, em ji vir sax dernakevîn. Em meh û nîvek e li vir in, kesî dengê me nebihîst. Ger zarok çêbe daxwaza min ev e; ez dixwazim ku hûn navê zarokê min bikin Bêkes. Destên dayika min maç bike heqe xwe helal bike.”
Orhan careke din êvarê saet di 20:00 digere ve carê ji endamên malbata xwe re dibêje, "Dê me êvarê bibin nexweşxaneyê hûn jî werin.” Lê belê, dayika Esmer û Guler Tunç, diçin nexweşxaneyê, bi şev heya saet 02:00 li bendê disekinin lê kesê naynin wê derê.
Piştî ku fêr dibin birîndar e serê sibê zû ji nexweşxaneyê vedigerin malê. Gelê Cizîrê ku serê sibê bi teqînek mezin dest bi rojê kir, vê carê di navbera wan de Orhan Tunç, gelek kes di "jêrzemîna sêyemîn" de jiyana xwe ji dest didin. Ji bo Gulerê, rojek beriya ku zaroka xwe girtibû destên xwe, rojên herî bi êş dest pê dikin.
"Cenazeyan mîna torbeyên çopê avêtibûn ser hev"
Dema ku diçe Saziya Tiba Edlî ya ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatiye sazkirin ji ku cenaze nas bike, bi dîmenek pir bi tirs re rû bi rû dimîne. 50-60 cenaze di torbeyên ku danîne ser hev de bûne û yek ji wan nayê naskirin. Serê hinekan, destên hinekan tune bûye, hinek şewitandî bûne. Dema dixwaze cenazeyê Orhan nas bike, fêr dibe ku vê carê Mehmet Tunç jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku qedexeya li Cizîrê berdewam dike, Orhan û birayê wî Mehmet Tunç li Şirnexê li gel hev têne veşartin. Malbata ku mafê sersaxiyê ji destê wan tê girtin, mêvanên xwe li mala cîranê xwe qebûl dikin.
“Ew bi çavên vekirî dikeniya”
Guler Tunç a ku bi Orhan re tenê 6 meh jiya, piştî 79 rojan di merasîma cenaze de dîtina di tabût de bi van, gotinan vedibejê: "Di wêneyên ku min lê nihêrî de, hat dîtin ku bedena wî hatibû şewitandin. Gelek şopên guleyan hebûn. Di rapora otopsiyê de jî wiha hatiye nivîsandin ku niha jî di laşê Orhan de sê guleyên jehrî hene. Di pişta wê de 35 şopên guleyan hebûn. Rûyê wî paqij û çavên wî vekirî bûn. Ew di wêneyên ku min dît de dikeniya. Tabûta wî bi israra min vekirin, min tenê rûyê wî dît. Ew bi çavên vekirî dikeniya.”
“Ji bo li ser lingan bisekinim pêwîst e baş bibim”
Di pêvajoyên zor û zehmed de dema ku mirov xwedî vîn nebe nekare rabike. Piştî ku dorpêç hat rakirin gelê Cizîrê bi navçeya wêranbûyî re rû bi rû mabû.
Lê belê, ya rast ew bû ku; êdî jineke ciwan ji tiştên jiyaye hêz girtiyê. Li şûna ku li malê rûnê û şînê girê bide, ew bi başbûna Cizîrê birînên xwe baş dike. Baweriya wê heye ku ew ê zehmetiyên ji temenê wê pir mezin bi têkoşînê derbas bike, ew dest pê dike ku bi xwe re hemû jinên Cizîrê baş dike.
Guler Tunç di sala 2017’a de bi gotina “Ji bo li ser lingan bisekinim pêwîst e li ber xwe bidim” beşdarî kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibe û ji bo rêveberiya navçeyêt tê hilbijartin.
Guler Tunç diyar dike ku mirov dikare bi têkoşîna li dijî pêşdarazî, feodalîzm û zordestiya li nav civakê bijî û biryardariya xwe bi van gotinan vedibêje: “Dema ku hûn serê xwe li hemberî feodalîzmê netewînin, civak dê we tavilê bişkîne. Ez hem bi malbata xwe re hem jî bi malbata hevjînê xwe re axivîm û got ku ez dixwazim beşdarî têkoşîna jinan bibim. Min dizanibû ku heke ez baştir nebim dê her dem di heman rewşê de bim. Min bawer dikir ku ez ê bi têkoşînê baş bibim. Tenê wê hingê ez dikarim rehetiyê bibînim û sax bim. 4 sal in ez di nav xebatên partî û jinan de me. Ger ez îro ne li vir bûma, dibe ku 5 sal na, lê 10-20 salên din jî, min şîn bigirta, tenê bi êş û psîkolojiya xwe ya nebaş re bimaniyama."
Gelek caran binçavkirin û bi dehan lêpirsîn!
Di dema Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de, têkoşîna Guler Tunç ne tenê li dijî pêkhateya zordar û feodal a civakê bû, di heman demê de li dijî rêveberî û pergala neheq jî bû. Guler Tunç ku di vê demê de gelek caran hat binçavkirin, bi tawanbariyên cuda hat lêpirsînkirin û darizandin. Di dema binçavkirina wê de, zexta psîkolojîk lê hat kirin û sîxurî li ser hat ferzkirin. Guler Tunç ji vê wiha dibêje: "Ew bi berdewamî hewl didin me bixin bin êrîşa psîkolojîk lê ew nizanin ku me travmaya herî giran di jêrzemînan de dît. Lê belê, me xwe ji bandora wan rizgar kir. Ev pênc sal in ku qedexe heye, lê êş yek in. Birînek heye ku dê tu carî baş nebe. Pir zarok hene ku piştî bavê wan mîna Bêkes çêbûne. Ev zarok hêvî û hêzê didin me. Mirovên ku li her malê jiyana xwe ji dest dane, her wiha mîrata ku li pey xwe hiştine hene. Di vê hovîtiya ku li ser Cizîrê pêk hat de tê gotin ku 200-300 birîndar hatine kuştin. Me van bûyerên herî xirab dît lê wekî jin, em di riya têkoşîna wan de dimeşin û li her deverê bîranînên wan dijîn. Di kesayetiya Asya Yuksel, Mehmet Tunç, Berjîn Demîrkaya û yên din de, sozek me heye em îro jî hene, li vir in û li ser piya ne.”