Amnesty: Bila Nêrgis Mihemedî bê berdan
Rêxistina Efûya Navnetewî daxwaza berdana bê şert û merc a çalakvana mafên mirovan û xwediya xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgis Mihemedî û pêkanîna lênêrîna tibî kir.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûya Navnetewî, ji ber xirabbûna rewşa tenduristiya girtiya siyasî û xwediya xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgis Mihemedî, daxwaza berdana tavilê û bê şert û merc kir.
Rêxistina Efûyê, ragihand ku li gorî agahiyên ku ji Nêrgis Mihemedî girtine, girtiyên li girtîgeha Zencanê di metirisyê de ne û her roj dengên êrîşên li dijî Îranê dibhîsin, ev jî tenduristiya wan a hesas dike xeterê.
Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku rayedarên Îranê bi awayek cidî divê xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û parêzvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî tavilê û bê şert berdin û heta ku ew were berdan, wê ji girtîgehê derxin û tedawiya tipî pêk bînin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Nêrgiz Mihemedî ji ber xebatên xwe yên mafên mirovan û sûcên bê bingeh, mehkûmî cezayê 7 sal û niv ê girtîgehê hate kirin û di salên dawî de ji dozên ku derbarê wê de hatin vekirin de, ceza bi giştî gihîşt 18 salan.”
‘Alîkariya tibî nayê dayîn’
Çavkaniya ku agahî daye Rêxistina Efûyê, diyar kir ku Nêrgiz Mihemedî li girtîgeha Zencanê bi awayek ji hişê xwe çûyî hate dîtin. Bijîşkê girtîgehê diyar ku krîza dil derbas kiriye, lê belê rayedaran ew sewqî nexweşxaneyê nekir. Parêzerên wê di hevdîtina dawî de diyar kirin ku Nêrgiz Mihemedî gelek kîlo daye, nîşaneyên êşa sing, serêşê, vereşandin, dilxelîn û cotdîtin û ji hişêxweçûyînê hatine dîtin, rayedarên girtîgehê alîkariya tibî pêk neanîne.
‘Girtî di şertên xirab de ne’
Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku ji girtina Nêrgis Mihemedî heta niha, derbeya li serî di nav de, rastî îşkence û muameleya xirab hatiye û ev jî bûye sedem ku di bedena wê de xwîn û şînbûnên diyar derkevin holê. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku girtiyên li girtîgeha Zencanê, di bin xeteriya êrîşên hewayî yên Îsraîl-DYE de ne, li nêzî girtîgehê teqîn çêbûne û li gorî Nêrgis Mihemedî girtiyan ev deng bihîstine, ev jî stres zêde kiriye û rewşa tenduristiya Nêrgis Mihemedî ya hesas hê xirabtir bûye.
Rêxistina Efûyê di dawiyê de, daxwaza parastina girtiyan kir, daxwaz ji rayedarên Îranê kir ku hemû girtî û sivîlên din ji hedefên leşkerî dûr bixin û yên ku bi awayek kêfî hatine binçavkirin berdin û divê girtiyên din bi sedemên mirovî werin berdan.