Rojnamevanên jin: Êriş li ser vîna jin tê kirin

Nûçegihanên jin yên qenala Rojava TV helwestên xwe li hember bûyera ku li bajarokê Çelebiyê ya girêdayî bajarê Kobanê qewimiye raber kirin û gotin: “Emê destûr nedin ku tu êriş li ser nirx û hebûna me were pêkanîn.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Îro ji hêla hikûmeta demkî ya Suriyêyê ve şaredarek li bajarokê Çelebiyê hate tayîn kirin. Ev nêzîkatî û sekna ku ji hêla hikûmeta demkî ve tê kirin ne li gor peyamana 29'ê Çileyê ye. Ev yêk heman demê de ne naskirina îradeya gele.

Li hember vê nêzîkatiyê xelkê heremê nerazîbûn raber kirin û dijî vê yekê derketin. Rojnamevanên ku di qadê de bûyerê di şopandin rastî êrişên hêzên hikûmeta demkî hatin. Li ser van êrişan rojnamevanên jin yên qenala Rojava Tv ji ajansa me re axivîn.

'Ev êriş raste rast li ser vîna jin pêkhatiye'

Rojnamevan Bêrîvan Qasim diyar kir ku carek din Hikumeta Sûriyeyê ya demkî binpêkirinan di der heqê gelê Kobanê de pêk tîne û wiha got: “Beriya çend seatan bûyereke sosret li bajarê Kobanê qewimî bi taybet li bajarokê Çelebiyê, dema ku Gelê Kobanê berê xwe da Çelebiyê, ji bo ku Şaredariya Çelebiyê bikeve xizmetê de, kar û xebatên xwe li wê derê berdewam bike, hêzên girêdayî Hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrîşî gel kirin û gule bi ser gel de barandin. Dema ku Rojnemevan ji bo şopandina rastiya bûyerê bi erka xwe radibûn, rastî êrîşan hatin, bi taybetî jî êrîşî rojnamevana jin kirin. Ev êriş raste rast li ser vîna jin pêkhatiye.”

Bêrîvan Qasim da zanîn ku bajarê Kobanê heye niha dorpêçkiriye û wiha got: “Heta van kêliyan jî gelê Kobanê li wê derê di bin dorpêçê de ne. Careke din Hikumeta Sûriyeyê ya demkî binpêkirinan di der heqê gelê me yê Kobanê de pêktîne û nahêle ku tu lihevkirin çêbibe. Yek ji bendên hevpeymana 29’ê Çileyê ew bû ku ev Şaredarî carek din bikeve xizmeta gel de.”

‘Emê her dem bibin dengê rastiyê’

Bêrîvan Qasim di nava gotinên xwe de bal kîşand li ser rola jin ya di Suriyeya nû da û wiha got: “Êrişên pir qirêj li ser jin tê meşandin. Hikumeta Sûriyeyê ya demkî jinan qebûl nake, bi taybetî jî hebûna Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê heta niha di nava artêşa Sûriyê ya nû de nayê qebûl kirin. Em wekî rojnemevanên jin li Rojavayê Kurdistanê emê her û her doza jinan ji Cîhanê re ragihînin.”

‘Emê destur nedin tu kes êrişê nirxê me bike’

Novîn Elî balê dikşîne li ser êrişên ku li ser rojnamevan  pêkhatiye û wiha dibêje: “Ev êriş ne bûyerekê ji rêzê ye, ji bo ku rastiya hikûmeta demkî dernekeve êriş pêkanîn. Em Êrîşên ku beriya çend seatan li Kobanê rû dan bi tundî Şermezar dikin. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin emê her tim li hember vê hişmendiyê di nava têkoşînê debin. Emê her tim li ser şopa ragihandina azad li pey rastiyê bin. Emê destûr nedin ku tu êriş li ser nirx û hebûna me were pêkanîn. Emê hertim rastiyan ji raya giştî re ragihînin.”