Li Ciwanroyê 6 ciwan hatin revandin û binçavkirin

Duh li Ciwanroyê, piştî merasîma Burhan Îlyasî yê ku ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, 6 ciwanên tevlî merasîmê bibûn hatin revandin û binçavkirin. Li bajêr jî çalakî tevahiya şevê berdewam kir.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê polîsên ‘exlaqê’ ve li Îranê destpê kir, di roja 108’emîn de berdewam dike. Tevî ku zextên dewleta Îranê yên li dijî serhildanê bidome jî, welatî kolanan naterikînin. Dema ciwanan dest bi grevê kirin, tevî tedbîrên tund ên 'ewlehiyê' yên polîsan jî li Kasbeh û Bazariyan tevlîbûn zêde bû. Magaza hati girtin, duh kepengên cihên kar qet nehat vekirin.

Li ser avahiyan sekvan hatin bicihkirin

Hikûmeta Îranê ku li Ciwanroyê tevahiya bajar veguherand baregeha leşkerî, li gelek nuqteyên bajêr û bi taybetî li serê avahiyên hikûmetê sekvan bicih kir. Li aliyeke din li gelek taxên bajêr serdegirtina malan didome, polîsên aîde hikûmeta Îranê bêyî hincet nişandanek di serdegirtinên malan de bi hinceta lêgerîna malê dikin, welatiyan terorîze dike.

Li ser malbata Burhan Îlyasî gef û binçavkirin

Yekîneyên bi navê Muhafizên Şoreşê yên Îranê jî avêtin ser mala malbata Burhan Îlyasî ku duh bi li darxistina merasîma oxirkirinê hatibû definkirin. Hat diyar kirin ku di serdegirtinê de birayê Burhan Îlyasi Halîd Îlyasi hatiye binçavkirin û polîsan ji bo Halîd Îlyasî bi gotina “Ji bo nemiriyê niha bişans e” gef li malbatê xwariye.

6 ciwan hatin revandin

Her wiha piştî merasîma cenazeyê ku duh hat pêkanîn, 6 ciwan beyî nişandana hincetek hatin revandin û binçavkirin. Nayê zanîn ku 6 ciwan birine kuderê û ji ber çi tê sûcdarkirin, ji parêzer û malbatên wan re jî agahî nehat dayîn.

Navê kesên hatine binçavkirin wiha ye: Usame Yûsifî, Îdrîs Badiyî, Yahya Ebdî, Yaser Hedayetî, Şahîn Khodamoradî û Îdrîs Fathî.