Li cihên di bin dagirkeriyê de nexweşiya şewbê belav dibe

Cîhên ku dewleta Tirk dagir kirine ji ber ava qirêj, febrîqeyan, kanalîzasyonên vekirî û bermahiyên li qampê nexweşiyên ku bi zarokan re tên dîtîn gihîştine asta şewbê

 Idlib- Li Îdliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye bi sedan malbat di qampan de tekoşîna jiyanê didin. Di van qampan de herî zêde zarok hene. Zarokên ku ji her cure ewlehiyê bêpar in, nikarin pêdiviyên xwe yên xurek û stargehê bi cih bînin û ne mimkûn e ku jiyanek bi tendurist bijîn. Nexweşiyên ku di zarokan de têne dîtin ji ber bermahiyên li kampan, nebûna ava paqij, kanalîzasyonê vekirî û gelek sedemên din di asta şewbê de ne.

Divê heta nexweşxaneyê 7 km. bimeşe

Maha Elwan ê 32 salî ku li yek ji kampên Meşheda bajaroka Ruhîn a li bakurê Idlibê dijî, diyar kir ku zarok wê gurî bûye û wiha got: “Zarokê min gurî bûye û ji ber vê yekê heftê du caran ez wî dibim nexweşxaneya li nêzî kampê. Kanalîzasyonên vekirî xetereyek mezin e. Gelek zarokên li kampê ji ber qirêjiya hawirdorê gûrî, laşmanya, mantar û nexweşiyên din dibin. Ji bo parastina zarokên li kampan derfeteke herî biçûk jî nîne. Ji bo dermankirina kurê min navenda tenduristiyê ya herî nêz 7 kîlometre dûr e û divê ez bi vê rêyê bimeşim."

Neçar ma kurê xwe îzole bike

Maha Alwan diyar kir ku kurê wê nêzî 2 meh berê dest bi pêvajoya tedawiya dijwar kir û diyar kir ku neçar maye zaroka xwe îzole bike û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Min neçar ma kurê xwe ji malbata xwe dûr bixim û niha ez gihiştim qonaxa dawî. Min gelek hewl da ku nehêlim enfeksiyona kurê min derbasî xwişk û birayên wî yên din bibe. Kamp li nêzî çopê ye û kanalîzasyon vekirî ne. Li kampê paqijî tune ye, ji ber vê yekê jîngeheke guncave ji bo belavbûna nexweşiyan di nav zarokan de. Heman rewş li kampên cîran jî diqewime."

Li kampê 25 zarokên nexweş hene

Semîra El-Saîd a ku li kampên li sînorê bajarokê Atma yê li bakurê Idlibê dimîne, diyar kir ku 3 zarokên wê bi nexweşiya laşmanyayê ketine û wiha got: “Dermanên ku di dermankirina nexweşiyê de tên bikaranîn ne belaş in û ji ber ku pir biha ye ez rastî gelek zehmetiyan hatim. Av ne paqij e, di navbera konan de ava gemar diherike. Xizmetên tenduristiyê tune. bermahiyên çopê xeterek mezin ava dike. Xebata saziyên alîkariya mirovî têrê nake. Di kampê de 25 zarok bi nexweşiyên wek mantara cerm, gûrî û laşmanyayê ketine. Ez fikirîm ku ji kampê dûr bikevim, lê dema min bihîst ku  kêzik, mîkrob û dûpişk li kampên cîranan jî belav bûne, min dev jê berda. Ava qirêj, bermayiyên çopê, germahiya zêde û kanalîzasyonê vekirî dibe sedema belavbûna nexweşiyan. 

Her roj xerabtir dibe

Fatima El-Xelûf yek ji wan jinên ku neçar man li kampê bijîn diyar kir ku zaroka wê 3 meh in bi nexweşiyeke giran a çerm ketiye û diyar kir ku heta niha ev nexweşî nehatiye dîtin. Fatima El-Xelûf amaje kir ku zaroka wê roj bi roj xerabtir dibe û wiha got: “Em çûn gelek nexweşxane û doktoran. Li ser Zaroka min teşhîsa bi enfeksiyona fungalî ya bakterî û virusî ya kronîk hate danîn. Lêbelê, her çendî min talîmatê bijîşkan guhdar jî kir tu encam negirt. Kampa ku em lê dijîn, di nava çopê û çalên kanalîzasyonê de ye. Ev bû sedem ku zarokê min bi nexweşiyek wusa bêderman û xeternak bibe."

'Kamp bûne wargehên nexweşiyan'

Bijîşk Yasmîn El-Cûneîd got ku enfeksiyon û nexweşiyên çerm bi giştî di zarokan de ji ber qelsiya parastinê têne dîtin. Yasmîn El-Cûneîd diyar kir ku qirêjiya jîngehê faktoreke girîng e û got: “Li qadên kampên nefermî û bê xizmetguzarî sîstemeke tenduristiyê ya pêşîlêgirtinê nîne. Kamp bûne hêlînên van nexweşiyan ji ber nebûna depoyên bermayiyan, kanalîzasyonên vekirî, û cihê kargehan û gemarên din ên jîngehê li nêzî kampan. Nexweşiyên herî zêde yên li qadên kampê llaşmanya, gûrî û egzema ne. Em her roj bi zêdetirî 10 bûyerên zarok û jinan re rû bi rû dimînin ji ber ku ew li kampên dûr û qirêj dijîn."