Li Şengalê li ser giringiya zimanê Kurdî civînek hat lidarxistin

Li Xanesora Şengalê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê bi beşdarbûna hemû sazî û destgehên Rêveberiya xweser civînek li ser giringiya ziman lidarxist.

Şengal – Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê duh li Xanesora Şengalê li ser girîngiya zimanê dayîkê civînek lidar xist. Civîn bi beşdariya mamosteyên zimanê Kurdî, Hevserokatiya Desteya Rêveber Meclisa Xweser a Şengalê, nûnerên PADÊ, TAJÊ, komîteya perwerdeyê û Asayişê hat lidarxistin.

Dê li 3 cihan dibistanên ji bo zimanê dayîkê vebe 

Hevseroka Meclisa Xweseriya Şengalê Cîhan Celo li ser giringiya perwerdebûna bi ziman û çanda Êzidiyatiyê axivî û wiha got: “Biryara rêveberiya xweser e ku her kesek di nava sazî û meclisan de cih digrin, zarokên xwe rêkin dibistana zimanê dayikê. Saziyên Rêveberiya xweser heye û hewl dide ku vî zimanî fermî bike û biryara xwe derbasî dibistanên Erebî jî bike. Wê dibistan li sê cihan vebe. Xanesor, Şengal û Serdeştê. Di hefteyê de 3 roj in wê zehmetiyê jî nebînin. Dewamên Erebî jî hebin li gorî wê danê seharê û êvarê wê bê diyar kirin. Pêwîst e dayik û bav bibin alîkar û riya rast nîşanî zarokan bidin. Hezkirina dibistanan bixin dilê wan de. Ji bo Şengalekî azad pêwîste em zarokan li ser bingehekî baş perwerde bikin. Şandina Zarokan ji bo dibistanan wê bersivek be li himberî dijmin. Sala çûyî nêzî 400 zarok derbasî dibistanan bûn. Pêwîste îsal ji hezar û 500’î zêdetir bin. Wê dijmin nikaribin me tune bikin, li ser zimanê xwe û baweriya xwe zarokên xwe mezin kirin li himberî hemû fermanan sekinandine.”

‘Bi zimanê xwe xwe parastin divê’

Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo kêfxweşiya xwe ya ji bo zimanê dayikê bi van hevokan anî ziman: “Pir xweşe ku îro bi zimanê dayikê li Şengalê dibistan bêne vekirin. Divê herkes zarokên xwe beşdarî dibistanan bikin. Heya niha zarokên me erebî dixwînin, ne aîdê me û ne zimanê me ye. Muhendis û bijîşk jî hene, lê feydeyekî me jê nîne. Heta niha yekî jî pêşiya ferman ne girtiye. Bi zimanê xwe divê em çanda xwe, exlaq û dîroka xwe biparêzin. Tişta herî pîroz ewe ku her kes zarokên xwe tevlî dibistanên zimanê dayikê bikin. Serkeftin jî ya me ye û pîroz be.”

Bi perwerdeya zimanê dayikê êdî dîroka xwe ji bîr nakin’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Simo li ser civînê û giringiya ziman axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Civîna me li ser zimanê dayikê bû. Her kesekî ku biçe ku derê jî zimanê dayikê jê re pêwîste. Gelek kesên me yên ku çûne derveyî welat dema ku li ser tv yan derdikevin û dibêjin em zarokên xwe rêdikin zimanê dayikê, ji bo me dibe cihê kêfxweşiyê. Her çendî ji axa xwe dûr ketibin jî, lê dîsa jî zimanê Êzidiyan jibîr nakin. Niha em jî li Şengalê dixwazin ku dibistan li ser zimanê dayikê bê ava kirin. Ji bo ku zarok zimanê xwe û Ezdiyatiya xwe ji bîr nekin. Heta roja fermanê pir tiştên Êzidiyan winda bûn. Ji ber ku zarokên me ne dizanîn bixwînin û binvîsînin. Ji bo wê jî dîroka fermanên ku hatine serê me tam nayên zanîn. Piştî fermana 74’an zarokên me rabûn ser xwe û zimanê xwe fêr bûn û her tişt kirin. Êdî dîroka xwe ji bîr nakin.”

‘Divê ji niha şûnve dibistanên ku bê avakirin ji bo zarokên me bin’

Zozan Simo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xwendina berê û hêviya ku niha tê kirin ji xwendevanan wiha anî ziman: “Berê jî dibistan hebûn di nava dibistanên me de çend malbatên Musilman hebûn. Piştî ku dibistan xilas dibûn, ew dibirin û setekê li ser islamiyeta wan ders didane wan. Hemû jî bi serketin û bûn mamoste û muhendis. Lê ji ber ku em weke Êzidî li ser zimanê wan me dixwend, tiştek ji mere nehat kirin. Yên ku bûne bijîşk jî ji bo wan bû ne ji bo Êzidiyan bû. Em hêvîdarin ku ji niha û şûn ve dibistana ku bê ava kirin ji bo zarokên me bê ava kirin. Ji bo ku ew zarok dîrok û Êzdiyatiya xwe jibîr nekin. Li ser bîr û baweriya xwe mezin bibin û Şengal mezin bikin. Ji bo ku biçin kur jî bi zimanê xwe behsa xwe bikin. Ji niha û şûn ve wê li Şengal bi zimanê dayikê dibistan bê vekirin û em hêvî dikin ku serkeftinê bînin ji xelkê Şengal re. Dilê dayik, bav û civaka Êzidî jî xweş bikin.”

Civîn bi biryargirtina ku pêwîste her kes zarokên xwe rêke perwerdeya zimanê dayikê bidawî bû.