Wê jin di 3’ê mehê de li Meclîsê werin ba hev

Li ser banga Platforma jinan a ji bo wekheviyê (EŞÎK), jinên ku wê di 3’ê Cotmehê de bi parlementerên jin re werin ba hev, wê banga piştevaniyê ji bo wekhevî û têkoşîna azadiyê li hemû kesê bikin.

Navenda Nûçeyan – Platforma jinan  a ji bo wekheviyê (EŞÎK), di 3’ê Cotmehê roja vekirina Meclîsa Tirkiye (TVMM) de wê bi parlementerên jin re werin ba hev. Derbarê mijarê de di daxuyaniya ku ji aliyê EŞÎK’ê ve hatî dayîn de, diyarkirin ku di pêvajoya ku bi aşkereyî jin mafê wan ên perwerdê, xebitinê, huner û heta werzîşê hemû mafên wan dibin êrîşan deye, wê jin di roja vekirina meclîsê de li meclîsê bin.

‘Emê bînin bîra Tirkiyê ku em dest ji mafê xwe bernadin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku wê jin bi jinên parlementer re werin ba hev û wê piştevaniya jinan û têkoşîna wan ya hevpar carek din bidin nîşan dan û wiha hate gotin: “Wê jin carek din bide nîşa Tirkiye ku dest ji jiyan, maf û xeyalên xwe naberdin. Wê ji bo piştevaniya wekheviya jinê û têkoşîna azadiyê bangê li hemû kesê bikin.”

Bernameya jinan ya 3’ê Cotmehê ya TBMM wiha ye:

“*Di saet 09:30 li ber deriyê Dîkmen ê meclise kom bibin, bikevin hindir.

*Di saet 11:00’an de bi bejdariya jinên parlementer ên partiyên muxalif wê di odeya çapemeniya TBMM’ê de civîna çapemeniyê were darxistin

*Di saet 11:30’an 12:00’an de parlementerên jin ên ji hemû partiyên muxalîf wê ji çar aliyên Tirkiye werin wê bi jinên ku li baxçeyê TBMM li bendê ne re werin ba hev.

*Wê jin serdana parlementer û komên partiyan bikin.

*Di saet 15:00’an de wê di salona parlementerên jin  de, ji locaya jinan wê bejdarî lêjneya giştî ya TBMM bibin.

*Piştî lêjneya giştî wê di baxçeyê TBMM’ê de, bi bejdariya parlementer û ragihandinê weke jin wê nirxandin werin kirin.”