Li cihê ku li ber xwe da parkek bi navê Dayê Erzan tê çêkirin

Şaredariya Gel a Xanesorê di bin quntara çiyayê Geliyê Kersê li cihê ku roja fermanê Dayê Erzan li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe daye û hatiye qetilkirin, parkek bi navê Dayê Erzan dide çêkirin

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal - Kar, xebat û xizmeta şaredariyên gel ên Şengalê bê navber ji bo gel didomin. Şaredariya Gel a Xanesorê li Geliyê Kersê di bin quntara çiyayan de li cihê ku roja fermana 3’ê Tebaxa 2014’an Dayê Erzan li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe daye û hatiye qetilkirin, parkek bi navê Dayê Erzan dide çêkirin. Çêkirina parkê hê jî didome. Di parkê de pirtûkxane, hewz, cihê ku zarok bikaribin lê bilîzîn û hwd. tên çêkirin.

Têkildarî çêkirina parkê endamên jin ên şaredariyê axivîn û diyar kirin ku dê bi vî rengî Dayê Erzan wê tu carî neyê jibîrkirin.

‘Dema fermanê her kes berê xwe da çiyayan’

Endama şaredariyê Marya Şingalî diyar kir ku park li ser navê Dayê Erzan û jinên ku di fermanê de hatine qetilkirin, tê çêkirin û wiha got: “Me xwest bibe remza jinên êzidî ku hatine qetilkirin. Me gelek tişt di nav parkê de dane çêkirin, pirtûkxane, hewz û hwd. me çêkiriye.”

Marya Şingalî bi van hevokan  behsa ‘park ji bo çi li quntarê çiyayê hatiye çêkirin’ dike: “Roja fermanê me hemû berê xwe da çiyayan. 7 rojan li çiyayan man, gelek zehmet bû, ne xwarin hebû ne jî av. Zarok ji ber tîbûnê digiriyan û av ji dayika  xwe dixwestin. Dayika wan jî ji ber av nebû bide zarokan dilê wan hîn zêdetir diêşiyan. Her însanek êzidî kêr nayê fermanê ji bîr bike. Ji ber vê yekê me parkê nêzî çiyê çêkir. Çiya cihên stareyê ne. Heta niha çêkirina park didome û em wek şaredarî hewl didin di demeke kurt de parkê biqedînin.”

‘Berxwedana Dayê Erzan wê her bi me re be’

Endameke din a şaredariyê Felek Xanesor jî da zanîn ku çêkirina parkekê li ser navê Dayê Erzan cihê kêfxweşiyê ye û ev tişt anî ziman: “Divê dayikeke me yê wisa tu  carî neyê jibîrkirin. Wek şaredarî hîn xebatên me temam nebûye. Bi saya vê parkê dê Dayê Erzan û berxwedana wê her di nav me de be û neyê jibîrkirin.”

‘Em bi çiyayê Şengalê bihêz in’

Endama şaredariyê Neda Borik jî ev nirxandin kir: “Di dema fermanê de peyvek Dayê Erzan hebû, digot ‘Ez ji axa Şengalê dernakevim, ger ji Şengalê derkevim ez ê ji ezdiyatiyê derkevim’, ev gotin tu carî neyê jibîrkirin. Em hêz ji vê gotinê digirin. Em vê parkê bi piştgiriya Weqfa Hêvî û Aştiyê didin çêkirin. Ji bo piştgiriyê em spasiya xwe ji weqfê re dikin. Cihê kêfxweşiyê ye ku em li ser navê jin kar û xebat li ser axa xwe didin meşandin. Daxwaziya me ji ciwanên êzidiyan ew e ku xwe dûrî axa Şengalê û çiyayan nebin. Em bi çiyayê Şengalê bihêz in. Ji bo vê divê xelkê me yên derveyî Şengalê vegerin. Weke şaredariyê çi ji destê me bê em ê bikin û dikin jî lê divê xelk jî tişta ku dikeve ser milê xwe bike û em bi hev re Şengala xwe xweşiktir bikin.”