Li cîhanê ji her 10 zarokan yek jê tê xebitandin

Li tevahî cîhanê 160 milyon zarok neçarî xebatê hatine hiştin. Li Tirkiyeyê hejmara zarokên ‘karker’ weke 5 milyonan tê îfadekirin.

Navenda Nûçeyan- Li cîhanê 63 milyon zarokên keç û 97 milyon zarokên kur ango 160 milyon zarokên karker hene. Hemû zarok di şert û mercên bê ewle û zaroktiya xwe najîn heta li hinek cihan ronahiya rojê jî nabînin, karê ne li gorî bedena xwe dikin.

Daneyên ku ji aliyê UNICEF û ILO (Rêxistina Navneteweyî ya Xebatê) hejmara zarokên karker bi taybetî di dema şer û piştî qeyranên aborî de zêdetir dibe. Li gorî ILO’yê li cîhanê 160 milyon zarok, an jî hema bibêje ji her 10 zarokan yek dixebite. Hema bibêje nîvê van zarokan di karên metirsîdar ên bandorê li tendirustiyê û mezinbûna wan dikin neçar dimînin bixebitin.

Afrîqa di serî de tê

Dema ku em li belavbûna zarokên karker li seranserî cîhanê binêrin Afrîqa hem di serî de ye hem jî di aliyê hejmara karkerên zarok de bi 92 milyon di destpêkê de tê. Di rêza duyemîn de herêma Asya- Pasîfîk cih digre. Li vê derê 49 milyon zarokên karker hene, li parzemînên Amerîkayê 8.3 milyon, li Awropa û Nîvî Asyayê 8.3 milyon, li welatên Ereban 2.4 milyon zarokên karker hene.

Herî zêde di sektora çandiniyê de zarok dixebitin

Li gorî sektoran zarok di çandiniyê de li pêş in. Li cîhanê rêjeya zarokên karker ji sedî 70 yan jî 112 milyon karkerên çandiniyê, di sektora xizmetê de 31.4 milyon, di pîşesaziyê de 16.5  milyon zarok dixebitin. Zarokên temenê wan di navbera 5-11 salî de, beşa herî mezin a zarokên karker in. Di heman demê de beşek mezin jî ji di karên metirsîdar de dixebitin.

Li Tirkiyeyê hejmar 5 milyon e

Li gorî rapora 2022’an a tendirustiya karkeran û meclisa ewlehiya karkeran (ÎSÎG) li Tirkiyeyê herî kêm 2 milyon zarokên karker hene lê belê ev hejmar di mehên havînê de dibe 5 milyon. Ji sedî 30,8 zarok di çandiniyê de, ji sedî 23,7 di pîşesaziyê de, ji sedî 45,5 di sektorên xizmetê de dixebitin. Li aliyê din li gorî qeydan li Tirkiyeyê di 9 salên dawî de herî kêm 571 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.