'Em ê xebatên xwe yên jinan xurtir bikin'

Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Buluttekîn, der barê xebat û rêbazên ku piştî hilbijartinê bên meşandin axivî, diyar kir ku ew ê xebatên jinan xurtir bikin û wiha got: "Em ê di her qadê pêvajoyê de bi gel re bin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ku piştî hilbijartinên bi guman plansaziyeke berfireh a xebatên piştî hilbijartinê amade kirin, dê vê pêvajoya xebatê bi gel re bimeşînin. Partiyên xwe amade dikin li gelek bajaran dakevin qadan dê rexnedayîna wêneya di hilbijartinê de jî bide gel. Endama Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Buluttekîn ku em hem li ser pêvajoya hilbijartinê ya bi dawî bû hem jî xebatên nû yên ji nû ve avakirinê axivîn, diyar kir ku ew ji biryardariya xwe ya beriya hilbijartinê tiştek winda nekiriye û bivê biryardariyê zêdetir tevlî xebatên birêxistinkirinê bibin.

'Em ê di her qadê pêvajoyê de bi gel re bin'

Fîlîz Buluttekîn, diyar kir ku ew partiyeke ku bi salan e bi felsefeya rexne û rexnedayîne rêya xwe dimeşîne, diyar kir ku piştî hilbijartinê ev pêvajo hatiye destpêkirin. Fîlîz Buluttekîn, diyar kir ku di civîna dawî ya MYK'ê de jî bi vî rengî encamek hat bidestxistin û got ku divê ev pêvajo neyê wateya ku partî bi tevahî ji gel qut bûye. Filiz Buluttekin axaftina xwe wiha domand:

“Belê, têkoşîn dem dirêj bû û di hin xalan de şaşîtiyên rêbazê çêbûn. Ev şaşîtî helbet bi parvekirina bi gel re tên telafîkirin. Em partiyeke ku di nava gel de heye û vê têkoşînê bi vî rengî berfireh dikin in. Me di bin zextên tund ên hikûmetê de kampanyaya hilbijartinê meşand. Li hemberî van zextan helwest û moralê gel hêz da me. Wek her pêvajoyê em ê vê pêvajoyê jî bi vî moralê gel derkevin. Her çend car caran rê û rêbaz biguherin jî, ev nayê vê wateyê ku me ji destkeftî û nirxên xwe gav paşde avêtiye. Bêyî ku dev ji nirxên xwe û berxwedana xwe berdin em ê pêvajoyê nîqaş bikin û parve bikin. Bi berfirehkirin û mezinkirina vê herêmê em ê bi gel re bi hev re biryarê bidin ka rê û rêbazên pêşiya me de çi bin. Em ê her aliyê vê pêvajoyê bi raya giştî re bimeşînin.”

'Em ê giranî bidin xebatên xwe yên jinan’

Fîlîz Buluttekîn, diyar kir ku xebatên wan dê zêdetir eksena tax û mal bin û ew ê qada xwe hîn berfirehtir bikin û got ku ew ê hin zêdetir giranî bidin xebatên jinan.

Fîlîz Buluttekîn dest nîşan kir ku dê ev xebat rê li ber destkeftiyan veke û wiha got: “Di van hilbijartinan de di îdiaya xwe ya jinan de tenê me kotaya ji sedî 50 pêk anî. Dibe ku wateyeke vê ya jimareyî ya mezin nebe, lê em dibînin ku ji bilî partiya me tu partiyeke din girîngiyê nade kotaya jinan. Me ji jinên li herêmê dijîn der barê vê girîngiyê de nêrînên erênî wergirtin. Em ê di vî warî de bi xurtkirina xebatên xwe yên jinan li qadan bin. Em ê dîsa ji bo rêxistinbûnê jî li qadan bin. Di vê demê de ne baweriya me ne jî têkoşîna me qediya. Ev gel hevparên mezin ên vê têkoşînê ne û di vê xalê de bêyî ku li pêşiya xwe astengiyan nas bikin em ê têkoşînê berdewam bikin.”

'Em ê bi raya giştî re di nav parvekirinê de bin’

Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku "Rejîma faşîst a ku di hilbijartinan de nekarî tişta ku dixwaze bi dest bixe, li herêmê her roj bi ser malan de digre û operasyonên binçavkirinê pêk tîne" û da zanîn gelê ku bi bedelên giran hatine van rojan dê li dijî van polîtîkayan serî natewîne. Fîlîz Buluttekîn diyar kir beşên ku dixwazin rexne û bertekên gel cuda bi kar bînin, dê di dawiya rê de destên wan vala bibe, destnîşan kir ku gelê Kurd dê ji daxwaza xwe ya azadî û wekheviyê ya di pêvajoya hilbijartinê gav paşde navêje.

Fîlîz Buluttekîn balkişand ku gelê Kurd xelkekî ku bi êş û bedelên mezin heta roja îro hatiye û wiha got: “Dema ku em li tevahiya Kurdistanê dinêrin, em dizanin ku kesek bi awayekî birîn negirtiye nîne. Ev yek jî dide xuyakirin ku hem rêjîm û hem jî hevkarên wê bi kîjan pergalê dixebitin. Em dev ji siyaseta Tirkiyê berdin, em behsa gelekî ku siyaseta cîhanê binirxîne dikin. Hemû roja me bi operasyonên siyasî û polîtîkayên şerê taybet derbas dibe. Di hilbijartinan de tişta ku dixwestin ji vir bi dest nexistin. Em dizanin ku êdî ew ê nikaribin bi dest bixin.

Ji ber ku dest nexistin, her roj bi serdegirtina malan û binçavkirinan dixwazin vî gelî bitirsînin. Lê ez dixwazim vê yekê bibêjim ku rejîma AKP-MHP’ê vala bêr ba dide. Ji bo ev ziman û hebûna gel bi salan e berxwedaneke mezin nîşan dide. Piştî hilbijartina ku em derbas bûn ev berxwedan bi tu awayî qels nebû. Destên kesên ku rexneyên raya giştî bibînin û bixwazin bi kar bînin, wê di dawiyê de vala bimîne. Em ê piştî îro bi plansazkirin û rêxistinbûneke hin zêdetir xurttir di nava gel de bin. Em ê li her qadê bi raya giştî re di nava parvekirinê de bin.”