Li cîhanê 251 milyon zarok ji perwerdeyê bêpar in
UNESCO diyar kir ku 251 milyon zarok û ciwan li seranserê cîhanê ji xwendinê bêpar in û li Efganistan û Nijeryayê ji her 10 zarokan 6 ji wan perwerdehiyê perwedehiya wan tê astengkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora ku duh (roja 4’ê Mijdarê) ji aliyê rêxistina UNESCO’yê ve hatiye weşandin; li Efganistan û Nîjeryayê ji her 10 zarokan 6 ji wan çûndina wan ya dibistan û xwendinê tên astengkirin.
Rêxistinê di rapora xwe ya nû de bi sernavê “Rewşa Perwerdeyê ya Cîhanî” bal kişand ser zehmetiyên ku di gihandina perwerdeyê de li cîhanê hene û destnîşan kir ku 251 milyon zarok û ciwan li seranserê cîhanê ji xwendinê bêpar in.
122 milyon jî zarokên keç digire nav xwe
Di raporê de hat destnîşankirin ku li Efganistan û Nîjeryayê ku ev rewş di asta herî bilind de ye, ji her 10 zarokan û ciwanan 6 ji wan dev ji xwendinê berdane û hat diyarkirin ku rapor 129 milyon zarokên kur, 122 milyon jî zarokên keç digire nav xwe.
Di raporê de hat eşkerekirin ku di sala borî de pêşketinek kurt di gihandina perwerdeyê de çêbûye, hat tekezkirin ku rêjeya zarok û ciwanên neçûne dibistanê ji sala 2015’an ve zêde bûye.
Di raporê de her wiha bal tê kişandin ser newekheviya gihandina perwerdeyê û tê gotin ku li welatên xizan ji sedî 33 zarok ji perwerdeyê bêpar in. Her wiha hat destnîşankirin ku li welatên dewlemend ev rêje ji sedî 3 derbas nake.
Rêxistinê bang li civaka navneteweyî kir ku zêdetir ji bo başkirina rewşa xwendinê û pêşkêşkirina nêrînên erênî piştgiriyê bidin saziyên perwerdeyê da ku guhertinan pêk bînîn.