Li Efganistanê her diçe hejmara zarokên karker zêde dibe
Li Efganistanê hejmara zarokên ku neçarî xebatê dimînin zêde dibe û zehmetiyên ku dikşînin bûye sedema fikarên mezin. Bi hatina Talîbanî re rewş xirabtir bûye, zarok li cihên dixebitin rastî şîdeta fizîkî û derûnî tên.
BAHARÎN LEHÎB
Kabîl- Li her derê cîhanê her diçe hejmara zarokên ku neçarî xebatê dibin zêdetir dibe. Li Efganistanê jî piştî hatina Talîbanê hejmara zarokên ku dixebitin zêdetir bû. Tê diyarkirin ku xizanîbûna mirovan, zextên olî û civakî û nêzikahiya zayendperest di salên dawî de bûye sedem ku hejmara zarokên ku ji neçarî dixebitin zêdetir bibe.
Gelek malbatên Efganistanê yên xwedî zarok, bi xizanî û bêkariyê re têdikoşin, nikarin debara xwe bikin. Vê rewşê piştî desthilatdariya Talîbanê xirabtir bû, di sê salên dawî de gelek jin ji karê xwe hatin derxistin. Mêr jî bi heman rengî ji kar hatin derxistin û li cihê gelekan ji wan, endamên Talîbanê hatin bicihkirin. Malbatên ku dixwazin bi vê xizaniyê re derkevin serî, ji bo xebatê zorê li zarokên xwe dikin. Zarokên karker li cihê ku dixebitin rastî êrişên fizîkû û zayendî tên.
3,7 milyon zarokên karker hene
Li gorî daneyan, li Efganistanê nêzî 3,7 milyon zarokên karker hene. Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) bi daneyên 2023’yan de eşkere kiribû bû hejmara zarokên karker ji 3 milyonî derbas bûye. Di rapora Komîsyona Mafên Mirovan a Serbixwe ya Efganistan de rewşa li welat bi gotinên; "Ji sedî 33 zarok di dema kar de rastî şîdeta fizîkî tên, ji sedî 39 tên biçûkxistin, ji sedî 27 di karên bi zorê û giran de tên xebitandin û ji sedî 16 jî rastî îstîsmara zayendî tên" hatiye tesbîtkirin.
Li gorî daneyên di raporê de, ji sedî 90’ê zarokan di hefteyê de ji 35 saetan zêdetir kar dikin, gelek zarok bi şev jî diçin kar. Di raporê de wiha hat gotin: “Temenê zarokên karker bi giştî di navber 7 û 18’an de ye, ji vana ji sedî 80 ji 12 salan mezintir in û ji sedî 92 zarokên kur in.”
Zarokan dibin malên îslehkirinê
Berdevkê Wezareta Karên Civakî û Xebatê yê Efganistanê diyar kiribû ku di sala 2018’an de hejmara zarokên keç milyonek û 200 hezar bûye û 3 milyon zarok di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Niha jî Wezareta Karên Civakî û Xebatê ya di bin rêveberiya Talîbanê de rapora ku ILO’yê amade kiribû nirxand û îdia kir ku li Efganistanê hejmara zarokên karker di navber 3 an jî 4 hezaran de ye. Dema ku saziyên navneteweyî, der barê binpêkirina mafên mirovan ên li Efganistanê de raporan diweşînin, rayedarên Talîbanê dibêjin ku ev hejmar rast nîn in. Zarokên li kolanan dixebitin, ji aliyê Talîbanê ve tên komkirin, dibin navendên bi navê “Îslehkirina zarokan.” Mercên li wan navendan pir xirab in û malbat ji rewşa zarokên xwe bê agahî ne. Her wiha li gorî gelek raporên wan navendan û gotinên şahidan, li wan navendan lebatên zarokan ji wan tên girtin û wan dişînin dibistanên olî yên li Pakistanê.