Li Cape Verdeyê otobusa xwendekaran ji bilindahiyê ket xwarê û 25 kes mirin

Li welatê giravî yê Efrîkayê Cape Verdeyê, otobuseke xwendekaran ji bilindahiya 30 metreyan ket xwarê; di qezayê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li Girava Fogoyê ya li welatê giravî yê Efrîkayê Cape Verdeyê, otobusa ku xwendekaran hildigirt qeza kir.

Otobusê li ser rêyeke çiyayî ya li herêma Campanas de Cimayê kontrola xwe winda kir û ji bilindahiya nêzîkî 30 metreyan ket xwarê. Di qezayê de herî kêm 25 kesên ku piraniya wan ciwan bûn, jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyan û hate ragihandin ku rewşa tenduristiya hin ji wan giran e. Derbarê bûyerê de lêpirsînek hate destpêkirin û Şaredariya São Filipe du rojên şînê ragihand.