li Bûkanê nexweşxane bi xwendekarên jehrîketî tije bûye
Piştî êrîşa bi gaza jehrî ya li ser 5 dibistanên jinan ên li bajarê Bûkan ê Îranê, gelek xwendekar rakirin nexweşxaneyê. Xebatkarên tenduristiyê û rêveberên dibistanan jî ji bo bedêng bibînin di bin zextek giran de ne.
Bûkan- Duh li Bûkanê 5 dibistanên jinan ên ku perwerdeya seretayî û asta navîn didin, hem danê sibê û hem jî nîvroyê rastî êrîşa bi gaza jehrî hatin. Dibistanên ku êrîşa gaza kîmyewî lê pêk hat wiha ne; Dibistana Hunerê ya jinana Fecir û Şerîf, Dibistana Amadeyî ya Şahîd, Dibistana Seretayî ya Esmet û Tayiş.
Yek ji xebatkarên servîsa lezgîn a nexweşxaneya ku xwendekar hatin sewqkirin S.R. wiha got: “Zarok wekî ku ji şer hatine yan jî birîndarên wan wekî ji herêma şer anîne nexweşxaneyê ye. Ji danê sibehê ve heta niha zêdeyî sed xwendekar sewqî servîsa lezgîn hatin kirin. Ji her xwendekarek re du-sê kes refakat dikir û ewqas nexweş hebûn ku di navbera dayik û bav û hemşîreyan de jî nakokî hat jiyîn. Dayik û bav pir bi fikar in."
‘Rewşa gelek ji wan pir giran e’
S.R diyar kir ku hejmarek mezin zarok piştî çend saetan ji nexweşxaneyê derketin û wiha got: “Rewşa gelek ji wan jî pir giran e û niha li nexweşxaneyê dibînin. Asta jehrîbûnê ji jehrîbûnên berê hin zêdetir e, rewşa zarokên di qawişê de dimînin gelek giran e û rewşa zarokek ji ber girantir bû sewqî nexweşxaneya Urmiyeyê hat kirin.”
Li gorî agahiyên S.R.’ê, xwendekara perwerdeya bedenparêzî ya dibistana Amadeyî ya Fejrê Nian Karîmî a 16 salî, piştî çend saetan ji nexweşxaneyê hat derxistin nobet derbas kir û ji nû ve rakirin nexweşxaneya Bûkanê û di beşa lênêrîna giran de tê ragirtin. Her wiha xwendekarekî din a bi navê Pedder Mansoûr jî piştî ku ji nexweşxaneyê derket, nobet derbas kir û ji nû ve rakirin nexweşxaneyê.
‘Gelek zarok bi jehrî ketin’
Hemşîreyek bi navê K.L ku li yek ji klînîkên Bûkanê kar dike jî wiha got: "Gelek zarok ji ber ku nîşaneyên jehrîbûnê yên giran nîşan nedan, tavilê nerakirin nexweşxaneyê lê piştî çend saetan rewşa wan xirab bû rakirin nexweşxaneyê. Me wan sewqî beşa lezgîn a nexweşxaneyê kirin. Di xwendekarên di nava dibistanê jehrî ketin de zêdetir tengbûna bêhnê hat dîtin, di xwedekarên piştre hatin anîn de jî ku serêş û gêjbûnek giran tê dîtin.”
Li gorî çavkaniyên pêbawer, di destên hin xwendekaran de ji nexweşxaneyê hatine derxistin de tevizîn çêdibe. Her wiha hejmara rakirina nexweşxaneyê jî pir zêde dibe. Nûçeyên der barê van êrîşan de teqez tê veşartin. Rêveberên dibistan û xebatkarên nexweşxaneyê ji bo agahî nedin derve ji aliyê hêzên hikûmetê ve bi tundî tên hişyarkirin. Rejîma Îslamî ya Îranê bi gazên jehrî bi awayekî vekirî êrîşî jinan dike.