Li Brezîlyayê hejmara kesên di lehiyê de mirin zêde dibe

Li eyaleta Rîo Grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê, hejmara kesên di lehiyên piştî barana zêde pêkhatin de jiyana xwe ji dest dan bû 84.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Rîo Grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê, di lehiyên ku piştî baranên zêde yên ji hefteya borî vir ve bi bandore pêktên de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin û xisarên madî zêde dibe.

Di daxuyaniya herî dawî de hate ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 84 û hejmara kesên windane jî bû 11. Ji ber xisarên madî zêdetirê 840 hezar kes bi awayekî neyînî bibandor bûn û 121 hezar û 957 kes jî neçar man male xwe biteriqînin. Hate diyar kirin ku ji ber hêj gelek bajarokên xwe negihandinê hene, metirsiya zêdebûna hejmara kesên windane heye.