Li Botanê seferberî: Gelê me ne bi tenê ye
Ji Botanê ji bo heremên erdhejê seferberî hat destpêkirin, Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr bertek nîşanî astengiyên hikûmetê da û wiha got: "Bi deh hezaran kes seferber bûn, em ê bi ti awayê gelê xwe bi tenê nehêlin. Em ê êşên xwe bi hev re bikewînin.”
Şirnex – Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 û li navçeya Elbistanê jî bi pileya 7,6 du erdhejên cuda pêk hatin. Li Dîlokê jî bi pileyên 6.4 û 6.5 du erdhej çêbûn. Erdhejên li pey hev pêk hatin, li gelek bajaran bû sedama hilweşandinên mezin. Biryara Serokomarê AKP'ê Tayyîp Erdogan a der barê ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) ya li 10 parêzgehên ku erdheja navenda wê Mereşê pêk hat di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ji gel li dijî hikûmetê bertekên cidî bilind dibin. Bi OHAL’ê re tê xwestin îmkanên alîkarî û hevgirtinê yên înîsîyatîfên sivîl jî bê astengkirin.
Daxuyanî hat astengkirin
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Parêzgeha Şirnexê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re Maseya Koordînasyona Krîzê ava kir. Di vê çarçoveyê de, li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê ku di nav de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyên HDP’ê, Rêxistina DBP’ê ya Herêmê, MEBYA-DER, TJA, Komeleya Ziman û Çandê ya Cizîr Birca Belek û Hevşaredarên HDP'ê yên Silopiyayê jî di nav de gelek hatin cem hev. Daxuyaniya ku dihat xwestin ji bo piştgirî dayîna gelên ku di erdhejê de zirar dîtine bê dayîn jî, ji aliyê polîsan ve bi hinceta "qedexeya walîtiyê" hat astengkirin. Ji aliyê polîsan ve avahiya HDP'ê ya navçeyê hat dorpêçkirin. Tevî astengiyê jî li ber avahiya navçeyê daxuyanî hat dayîn.
'Kom bi kom alîkarî tên'
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr a ji ajansa me re axivî, diyar kir ku erdhejek mezin ku li welat gelek bajaran bandor kir hatiye jiyîn û wiha got: “Gelê Botanê jî ji bo dilsoziya bi gelê ku di erdhejê de ziyan dîtine dest bi seferberiyê kirin. Mirov rasterast bi nîşandana refleksekê alîkariyên xwe dikin. Bi tijîkirina TIR’an re û gel kom bi kom alîkarî tînin. Kesên ku nivînê ji bo daweta xwe standiye tîne hene, ji penîrê bi giya heta balîfan, ji malzemeyên paqijiyê heta hemû pêdiviyên bingehîn alîkarî tînin. Kampanyaya alîkariyê li hemû navçe, gund û bajarokan hat destpêkirin. Hemû kes seferber bûye. Em ê hewl bidin van alîkariyan bigihînin kesên ku di erdhejê de zirar dîtine."
'Gel dixwaze biçe herêma xirabeyan û bixebite'
Nûran Îmîr da zanîn ku êşa tê jiyîn ji kûr hîs dikin û wiha axivî: “Gelê Botanê êşên mezin jiyaye. Gelê Botanê gelekî ye ku di dema qedexeyên derketina derve de karesatên mezin jiyaye. Ji ber pevçûnan ji malên xwe hatin koçberkirin, xizmên xwe winda kirin, nekarîn cezayên xwe rakin û gelekên tiştên din jiyan kirin. Ji ber vê yekê gelê Botanê niha mexdûrên erdhejê û êşên wan pir baş fêm dike û ji ber vê jî bi awayekî bi awayekî xwezayî di nava seferberiyê de ne. Ji 7 heta 70 kes li navçeyê ye. Pêşiya hemû navçeyên me tijî ye. Her kesê ku tê dixwaze bike herêma xirabeyan û çi ji destê wan tê bikin."
'Li şûna seferberî OHAL hat ragihandin!’
Nûran Îmîr bertek nîşanî ragihandina OHAL’ê jî da û axaftina wiha berdewam kir: “Ragihandina OHAL’ê di rastiyê de nêzîkatiyeke polîtîk e. Bi OHAL’ê re bi gelemperî divê ji bo rizgarkirina kesên ku di bin xirbeyan de ne derfet bên dayîn, lê berovajî vê yekê nayên kirin, alîkarî tên astengkirin û pêşiya piştgiriya tê girtin. Dibêjin, 'Divê wek bûyereke siyasî bê dîtin', lê di her hevokê de gotina 'Tê gotin talîmata Serokomarê me ye' di rastiyê de rewşeke wiha ye ku ji reklamê wêdetir derbas nabe. Sê roj derbas bûn û hê jî mirov di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne. Daxwaza me ya bingehîn rizgarkirina mirovan e. Em bi hikûmeteke rizîbûyî re rû bi rû ne. Em bi karaseteke ku bi mîlyonan dihewîne re rû bi rû ne û di vê rewşê de li şûna seferberî bê ragihandin, OHAL tê ragihandin.”
‘Pirsgirêkek cidî ya stargehê heye’
Nûran Îmîr, bal kişand ser xebatên şaredariyên HDP'ê yên beriya qeyûman û wiha axivî: "Piştî erdheja 99'an hemû xebatkarên partiyê û şaredariyên me seferber bibûn û xaniyên me yên aş çûn herêma erdhejê. Bi qeyûman re şaredariyên me hatin desteserkirin û em niha bi gelê xwe re seferber bûne. Niha jî bi deh hezaran mirov li me digerin û li benda rizgarkirinê dimînin. Mirov ji germkirinê heta stargehê gelek pirsgirêkan dijîn. Li herêmên erdhejê mirov li derve ne û pirsgirêkeke cidî ya stargeh heye. Alîkariyên tên jî bi rêya walitî û qeymeqamtiyê tê astengkirin. Li ser TIR'ên ku diçin herêma erdhejê, pankarta saziya alikarî hatiye kirin heye, lê ev pankart tên rakirin û pankarta AFAD'ê tê xistin. Ev tê wateya desthilatdarî hilweşiyaye. Di rewşekê wiha de ye ku marjînal û perçe dike. Em ferasetek wiha qedexeker qebûl nakin. Em dixwazin kêm bê jî, vê êşê sivik bikin."
'Bacên erdhejê ji bo ku derê hat xerckirin?'
Nûran Îmîr, diyar kir ku wekî hemû parlamenterên HDP'ê li qadan in û anî ziman ku li hemû bajaran xebatên kampanya dane destpêkirin. Nuran Îmir bi van gotinan bertek nişanî polîtîkayên hikûmetê da: “Ez dixwazim balê bikşînim ser xaleke din jî. Weke mînak ger ev erdhej çênebûya dê Efûya Îmar hatina nîqaş kirin. Ev Efûya Îmar ji bo kî bû, ji alîgiran re bû. Hikûmet her roj bi rêyên çêkiri bû re pesna xwe dida, lê me hemûyan dît ku rê hatine çi rewş e. Tenê rêyên hatine çêkirin jî hemû rastiya desthilatdariyê derxist holê. Ji bilî vê ji gel pere tê komkirin, ev jî di aliyê desthilatdariyê de rewşeke tirsnak e. Divê hemû pêdiviyên gel bihatana dabîn kirin. Ji xwe mirov di rewşa xerab de ye. Bacên erdhejê ji bo ku dere hat xerckirin? Divê hesaba vê yekê bê dayin.”
‘Em ê êşan bi hev ra bipêçin’
Nûran Îmîr herî dawî wiha got: “Em ê tevî hemû gotinên tehdîdkar jî gelê xwe bi tenê nehêlin. Bi deh hezaran kes seferber bûne, gelê me ne bi tenê ye. Em ê di tu şert û mercan de gelê xwe bi tenê nehêlin. Em ê vê kampanyayê bimeşînin. Em ê van êşan bi hev re bipêçin. Dema ev wêneya karesatê li holê be, astengkirina alîkariyê, ji mirinan re dawetiyê derxistin e. vexwendinek ji bo mirina mirovan e. Hikûmeta ku guh nade mirovên zanyar, xwe girtina kêmasiyên xwe, ji rast û çep re gefa dixwe. Em ê hesabê vê yekê bipirsin.
Ger astengî berdewam bikin dê rêjeya mirinê zêde dibe
Her saniyeya derbas dibe ji bo me pir pir girîng e, bi hezaran mirov di bin xirbeyan de ne. Ger ev astengî berdewam bikin dê rêjeya mirinê ji sed hezarî derbas bibe. Fikarên me yên vî awayî hene. Divê ji her alî ve seferberî mezin bibe. Em gelek xemgîn in tu gotin nikare êş û hêrsa me vebêje. Li gel van yekane armanca me ew e ku em xwe bigihînin gel, dest bidin êşa wan û alîkarî bikin. ‘Hevgirtin dide jiyîn' bi van hestan re, li seranserê Şirnexê re alîkarî dikşîne. Ev wêne me gelek hestiyar dike.
‘Em ê hêviya xwe heta kêliya dawî bidomînin'
Herî dawî jî gotinên ku der barê saziyên ku alîkariyê tînin û kom dikin de lêpirsîn hatiye destpêkirin heye. Lêpirsin ku li şûna li dijî kesên ku avahiyên dirêj ava kirine bidin destpêkirin, ji bo kesên ku destê alîkariyê dirêj dikin destpê dikin. Ev rewşek tirsnak e. Daxuyaniya ku me li Cizîrê ji bo alîkariyê da ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li şûna ku me asteng dikin, bila biçin gelê li herêma erdhejê rizgar bikin û ewlehiya wan biparêzin. Dixwazin me bi lêpirsînan asteng bikin. Em ê heta mirov di bin xirbeyan de bên rizgarkirin, heta saniyeya dawî hêviya xwe bidomînin. Em ji Botanê heta Mereş ji Amedê heta Dîlok û Hatayê pirekê ava dikin.”