Li Beyrûdê foruma jinan: Pêdivî bi xurtkirina têkoşînê heye
Komeleya Newraz a Çandî û Civakî duh li paytexta Lubnan Beyrûd, forumek jinan li dar xist û rewşa jinan nîqaş kir. Di forumê de bal li ser xurtkirina têkoşîn û hevgirtina jinan hat kişandin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250209-20250209-almadt-jpg99ae01-image-jpgd6cbeb-image.jpg)
Beyrûd – Komeleya Newroz a Çandî û Civakî duh di roja di 8'ê sibatê de forumek jinan di bin dirûşma "Pêşketinên dawî li herêmê û encamên wê yên li ser jinan" li dar xist. Di vê forumê de nûnerên jin ên komleyên jinên Lubnan, Filistîn û Kurdan her wiha hinek saziyên civaka sivîl amade bûn.
Foruma jinan bi sirûdên neteweyî yên Lubnanê, Filistînê û Kurdistanê dest pê kir. Civîn ji aliyê berpirsyara komîteya jinan di komeleya Newroz de hat birêvebirin û bal hat kişandin ser girîngiya forumê ji bo balê bikşîne ser pirsgirêkên hevpar ên jinan di nava pêşketinên dawî li herêmê de. Di forumê de beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman
'Bi êrîşan herî zêde jin dibin hedef'
Seroka Komeleya Werdêt Budras û Wekheviyê ya karên jinan Marî El-Dibis ku di forumê de axivî got: "Di encama pevçûn û şerên ku diqewimin de herî zêde jin ziyanan dibînin. Bi pêlên koçberî û bêewlehiyê re rûbirû dimînin. Her wiha bi kêmbûn û peydanekirina pêdiviyên jiyanî re têdikoşin. Divê ji van jinan re piştgiriya derûnî û civakî pêşkêş bikin û mafên wan bên parastin. Li hemberî van êrîşan divê civaka navneteweyî xwedî helwest be."
'Têkoşîna jinên Kurd deng veda'
Her wiha nûnera koordînasyona Kongra Star a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Leyla Efrîn jî behsa têkoşîna jinên Kurd a demdirêj kir û got: "Tecrubeyên jinan di Rêveberiya Xweser de bûn modela pêşketina hemû jinan û li cîhanê deng veda. Dewleta Tirk bi hedefgirtina jinên pêşeng dijminatiyê li hemberî têkoşîn û berxwedana jinan dike. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinan girîng e. Ji ber ku kilîta çareserî û aştiyê, bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye."
'Pêdivî bi xurtkirina têkoşînê heye'
Mamoste Suad Ebd El-Ruhman qala zehmetiyên koçberên jin ên Filistînî kir û wiha pê de çû: "Jinên Filistînî di nava şer û pevçûnan de bi gelek kêşe û zehmetiyan re rûbirû dimînin. Ji mafên xwe yên qanûnî bêpar mane. Divê di navbera saziyên jinan ên Filistîn û Lubnanê de tensîqek bê çêkirin û têkoşîna xwe xurtir bikin, piştgiriya jinên koçber bikin û mafên wan biparêzin."
Banga hevgirtina jinan
Di dawiya forumê pêşniyarên bi vî rengî hatin kirin: Xurtkirina hevbenda jinên herêmî li hemberî kêşeyan. Bi riya însiyatîfên jinan xurtkirina xebatan di nava tevgerên jinan de. Avakirina eniyek hevgirtinê û sekna li hemberî kêşeyan. Gihandina dengê jinan ji welatên cîhanê re û misogerkirina beşdarên jin ji cihên biryardayînê re.