Di 5 salan de 13 rojnamegerên Kurd hat qetilkirin

DAIŞ, PDK û Tirkiyeyê di êrîşên li dijî rojnamegeran de, di 5 salên dawî de 13 rojnameger hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên desthilat û dewlet di şeran de herî zêde rojnamevanan dikin hedef. Li gorî daneyên IFJ û RSFê di salek dawî de li Kurdistanê û Filistinê 102 rojnameger hatin qetilkirin. Li gorî daneyên MKG û DFGê di 2 salên dawî de li Kurdistanê 9 rojnamegerên Kurd hatin qetilkirin. Li gori raporan di 5 salên dawî de li Kurdistanê 13 rojnamevan di êrîşên Tirkiyeyê yên hewayî de hatin qetilkirin.

Di lêkolîn û daneyan de tên dîtin ku Tirkiye di êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rojnamegeran dike hedef. Herî dawî di 19'ê kanûna 2024'an de Tirkiye li Girê Berkelê yê li başûrê Kobanê amûrên Kobanê FM’yê hedef girt û rojnamevan qetilkirin. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de bûn hedefa Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk. Dîsa di 27ê Çile de li Silêmaniyê Rojnameger Azîz Koyluoglu bû hedefa SÎHA’yan û hat qetilkirin.

Di êrîşan de 13 rojnameger qetilkirin

Li ser qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Ajansa Mezopotamya (MA) daneyên 5 salan kom kirin. Li gorî nûçeya MA'yê di 5 salan de 12 rojnamevan hatin qetilkirin. Rojnamevanên ku ji roja ku êriş didomin û vir ve geşedanan dişopînin û dikin nûçe, rastî êrişên SÎHA an jî topan tên. Ji sala 2019’an û vir ve tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe hejmara rojnamevanên hatine qetilkirin herî kêm 13 ye. Di êrişan de heta niha herî kêm 8 rojnameger birîndar bûne.

* 11'ê Cotmeha 2019'an: Rojnamevan Vedat Erdemci di êrişa hewayî ya li Serêkaniyê de hat qetilkirin.

* 13'ê Cotmeha 2019'an: Nûçegihanê ANHAyê Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TVyê Mihemed Hisên Reşo di encama bomberdûmana li Serêkaniyê de hatin qetilkirin.

* 13'ê Cotmeha 2019'an: Li Girê Spî di êrişa SÎHAyê ya li hemberî wesayîta rojnamevanan de Dilovan Gever û Wedat Erdemîc hatin qetilkirin.

* 2019: Endamê Çapemeniya Frî Bor Marîncîr Zîzis Sînke di dema bomberdûmana Til Temirê de hat qetilkirin.

* 19'ê Mijdara 2022'an: Nûçegihanê ANHAyê Îsam Ebdullah di êrişa hewayî ya li Dêrikê de hat qetilkirin.

* 23'ê Tebaxa 2023'yan: Li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta Jin TVyê hat teqandin. Di êrişê de xebatkarê Jin TVyê Necmedîn Feysel El Hac Sînan hat qetilkirin û nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû.

* 8'ê Tîrmeha 2024'an: Li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FMê yên ku li Şengalê nûçe dişopandin, êrişa hewayî hat lidarxistin. Nûçegihanê ÇÎRA TV’yê Mûrat Mîrza ku di encama bomberdûmanê de birîndar bûbû, di 11’ê Tîrmeha 2024'an de jiyana xwe ji dest da.

* 23'yê Tebaxa 2024'an: Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa çapemeniyê Chatr Production bi SÎHAyan hat bombekirin. Di êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behaddîn hatin qetilkirin û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

* 19'ê Kanûna 2024'an: Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrişa SÎHAyê de jhatin qetilkirin.

* 27'ê Çileya 2025'an: Kordînasyona Giştî ya YRDê aşkera kir ku rojnameger Azîz Koyluoglgu di 27ê çileyê de li navçeya Ranya ya Silêmaniyê di encama êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de hatiyê qetilkirin.

Di êrîşên DAIŞ û PDK'ê de jî rojnamevan hatin qetilkirin

*8'ê Tebaxa 2014'an: DAIŞê berê xwe da Mûsil û Mexmûrê û êriş pêk anîn. Di erîşên li ser Mexmûrê de Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê hat qetilkirin.

* 3'ê Adara 2017'an: Pêşmergeyên PDKê li ser rêya navbera Sinûn û Xanesorê ya Şengalê êrîş pêk anîn. Di êrîşê de rojnamevan Nûjiyan Erhan birîndar kirin û di 22’yê Adara 2017an de jiyana xwe ji dest da.