Li başûrê Efrîqayê 15 milyon kes li benda xwarinê ne

Hat diyarkirin ku ji ber hişkesaliya li başûrê Efrîqayê pêwîstiya 15 milyon kesan demildest bi alîkariya xwarinê heye. Rêxistinê Navneteweyî balê dikşîne ser rewşa zarokan a ku xirab dibe.

Navenda Nûçeyan- Beşa başûr a Efrîqayê hişkesaliya herî giran a 40 salên dawî dijî. Li herêmê ji ber hişkesaliyê krîza xwarinê tê jiyîn, hat diyarkirin ku 15 milyon kes ji vê mehê û şûnde pêwîstî bi alîkariya demildest ya xwarinê heye.

Li gorî rêxistina cîhanî ya meteorolojiyê, ji ber hişkesaliyê di meha Nîsanê de dema rakirina berheman ya herî xirab a 5 salên dawî hat jiyîn. Welatên herêmê, bi xilasbûna xwarinê re bi krîzek cidî ya xwarinê re rû bi rûne. Di heman demê de ji ber kêmxwarin û bêaviyê, ji mehên were û şûnde lê bendê ne ku li herêmê nexweşiyên şewbê jî zêde bibin.

2 milyon zarok xwarinê têr naxwin

Li gorî daneyên Kombûna Pêşeketinê ya Başûrê Efrîqayê (SADC), cihên ku herî zêde ji hişkesaliyê bi bandor bûne weke Zambiya, Malavî, Zîmbabve, Mozambîk, Angola, Namibya, Lesotho û Botsvana eşkere kir. Nifûsa giştî ya van digihîje 130 milyonan. Dane nîşan dide ku 68 milyon mirov, ji ber hişkesalî û xelayê di astên cuda de pêwîstiya wan bi alîkariyê heye nîşan dide. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê piştrast dike ku li herêmê zêdetirî 22 milyon mirov di asta herî bilind de rû bû rûyî bêxwariniyê ne. Li gorî rêxistinê li herêmê 2 milyon zarok kêmxwariniyê dijî û ji vana nêzî 500 hezaran di asta zêde de ‘zeyîfbûn’ tê dîtin.