Di çalakiya dijî şer de rojnameger û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin

Leşkerên ku êriş birin ser çalakiya ‘Ji şer re na aştî niha’ ya li Silopiyayê kirin, 3 rojnamegeran û Dayikên Aştiyê binçav kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Tilqebîn a girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê leşkerên dewleta Tirk êriş birin ser endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza ‘Ji şer re na aştî niha’ hatibûn ba hev.  

Ji Amed, Wan, Êlîh, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mersinê gelek Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiyê bûn. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA)Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş û nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û gelek Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku îşkence li kesên hatine binçavkirin kirine.