Li bajêr konê ku piştî rojan hat vedan metirsiya şewat û şewbê!

Li Semsûrê konê ku AFAD'ê piştî erdhejê ava kir ji ber ku av tune ye û tenê du tuwalet hene metirsiya nexweşiyên şewbê heye, nêzbûna hev ya kon û sobayan metirsiya şewatê ava dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li gorî daneyên fermî li Semsûra ku erdhej bû sedema zirareke mezin, hezar û 485 avahî hilweşiyan. Li bajarê ku 4 hezar û 85 avahî xisareke mezin dît, zêdeyî 6 hezar avahiyên ku divê lezgînê bên hilweşandin hene. Welatiyên ku piştî erdhejê nekarîn bikevin malên xwe yên ku xisar dîtine di konan de dibînin, hin welatiyên ku nekarîn konan bigrin jî an di wesayitên xwe de an jî di stargehên ku bi xwe çêkirine de dimînin.

Di kona hezar û 500 kesî de tenê du tuwalet hene!

Piştî erdhejê AFAD’ê li Parka Egriçayê ya navendê Semsûrê çadira hezar û 500 kesî veda. Li bajarê bi sedan welatî di konan de dimînin, di her konekî de herî kêm 5 kes dimînin. Tê dîtin hin konên ku 15 kes dibînin de tenê du tuwalet hene, gihandin ava paqîj ya mexdûrên erdhejê jî pir zehmet e. Kona ku piranî zarok dibînin li bajêr şert û mercên nehijyenîk û ji nexweşiyên şewbê rê vedike. Xebatkarên tenduristiyê yên ku qada konê li cihê wê dişopînin, diyar dikin ku di konan de hem metirsiya şewbê hem jî metirsiya şewat derketine heye.

'Ez çi dikim nakin paqîj nabe’

Konên ku li navenda bajêr hatine vedan, li kêleka hev û bi rêz hatine vedan. Di navbera konan de jî tu mesafe tune ye. Fatma Muhammed a ku bi malbata xwe ya 5 kesî re di konekî de dimîne da zanin ku ji ber cihê wan ya mayîne tune ye hatine konan, diyar kir ku tevî paqijiyê dike jî cihê dibînin qet ne hîjyenîk e wiha got: “Piştî erdhejê em bi rojan di wesayitê de man û piştî ku em hîn bûn ku kon hatiye vedan em hatin vir. Em di konê de 5 kes dimînin, lê kon têra me nake. Tu çiqasî vê derê paqij bikî jî qet paqij nabe. Her der pir qirêj e, em çiqas paqij bikin jî vala ye. Gelek mirov, gelek zarok hene.”

‘Kon pir nêzî hev in û sobe jî metirsiya şewatê zêde dike’

Pispora Tenduristiya Gel Serra Şîmşek a ku çû bajara kon û hawirdora ku mexdûrên erdhejê lê dimînin li cihe wê çavderî kir, diyar kir ku konên hatine vedan bêyî quralan hatine vedan. Serra Şîmşek a ku 6 roj in li bajêr xebat dimeşîne destnîşan kir ku ji ber welatî ji naxwazin malên xwe dûrbikevin, naçin bajarê kon. Serra Şîmşek, diyar kir ku konên ku AFAD'ê li navenda bajêr vedane hem metirsiya şewat û hem jî nexweşiyên şewbê avadike û wiha got: "Em dizanin ku AFAD'ê bajarekî konê ku hezar û 500 kon lê hatine vedan, ava kiriye. Dema em çûn serdana wir, me dît ku kon pir nêzîkî hev in. Ev jî metirsiya şewatê avadike. Divê di navbera her du konan de du metre mesafe hebe, me dît ku ew mesafe tune bû. Me dît ku sobeyên dara ku ji bo germkirinê dihatin bikaranîn, li ber hev bûn û bi hev ve girêdayî bûn. Korîdorek şewatê nehatiye vekirin, bi taybetî ji bo nepenî û ewlehiya jinan divê kon li hev du temaşe nekin. Hêj ava vexwarinê û paqijiyê nîne. Em li cihekî qelebalix ku ewqas kes dimînin de di roja 10’emîn de ne, nebûna ava paqij pirsgirêkek mezin e."

'Divê ava paqij û hawirdora hîjyenê were dabînkirin’

Serra Şîmşek diyar kir divê demildest qad biguhere cihekî paqij û bê kontrolkirin û wiha gotinê xwe bi dawî dike: “Em texmîn dikin ku nexweşiyên şewbê her kêliyê dest pê bikin. Ev jî ji bo gel metirsiyeke mezin çêdike. Me nêzî du qabînên tuwaletê dît. Em dibêjin ji bo cîhekî ku ewqas mirov lê dijîn divê herî kêm 25 qabinên tuwaletê hebin. Em ji ber bêhnê nikarin xwe nêzî pêşiya wan tuwaletan bikin. Me nekarî li hundire binêrin. Li wir av jî tune bû. Qadek pir xeternak e. Yên li derveyî konê AFAD'ê li hev kom bûne, kontrolkirina wan gelekî zehmet dibe. Di vê sitargeh, av û hîjyen ku di nav hewcedariyên herî bingehîn de ne, divê bi lezginî bê dabînkirin. Ger neyê kirin, em bigihîjin astekê ku em nikaribin ji nexweşiyên şewbê xilas bibin.”