‘Bila Artêşa Muhafizên Şoreşê Îranê bikeve lîsteya terorê’
Ji gelê ku li bajarên Îran û Rojhilatê kolanan naterikînin re ji seranserê cîhanê jî piştgirî tên. Di çalakiya ku li ber Konseya Ewrupa hat lidarxistin de hat xwestin ku Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê di lîsteya terorê de cih bigire.
Navenda Nûçeyan – Serhildana “Jin jiyan azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kir, di meha xwe ya 6’emîn de berdewam dike. Tevî hemû zextên dewleta Îranê jî gel kolanan naterikîne. Li seranserê cîhanê jî piştgiriya ji bo serhildanê mezin dibe.
Duh li Belçîkayê bi hezaran kes li ber avahiya Konseya Ewropayê kom bûn û xwestin ku Muhafizên Şoreşê ya Îranê di lîsteya terorê de cih bigre.
Ji Yekîtiya Ewropayê biryara pêkanînan
Yekîtiya Ewrupayê hûrgiliyên pakêta pêncemîn a pêkanînên li dijî Îranê parve kir. Paket di Civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewrupa ya li paytexta Belçîkayê Bruksela de hat qebûlkirin. Di çarçoweya pakêta pêkanînên pêncemîn a hat pejirandin de, Wezîrê Îrşada û Çandê Muhammet Mehdî Îsmaîlî û Wezîrê Perwerdeyê Yûsif Nûrî jî di nav de ji bo 32 kes û 2 rêxistinên din pêkanînên bê sepandin. Pêkanîn hatine sepandin ew in; cemidandina mal û milkên kesên di lîsteya pêkanînan de cih digrin, qedexekirina rêwîtiya welatên YE’ê û astengkirina fînansekirina van kes û rêxistinan e. Di lîsteyê de, ji bilî her du wezîran, hin wekîl, endamên teşkîlata emniyetê û dezgehên dadwerî, hin berpirsên girtîgehan, berpirsên Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê, Hezên dewletê, Weqfa Alîkariyê ya Hezên Dewletê û Enstîtusuya Xebatên Zanist û Lêkolînên Civakî ya Teşkîlata Polîsan cih digre.
Bi biryara dawî re hejmara kesên di lîsteya pêkanînên li dijî Îranê de derket 196’an û hejmara rêxistinan jî bû 33’e.
Teqawît jî di çalakiyê de ne
Hema bêje li hemû bajarên Îranê gel li kolanan dirûşmeyan berz kirin û ji dîwaran re nivîs nivîsandin. Ciwan li kolanan agir pêxistin û li aliyekî ve jî bertekên xwe yên li dijî dewleta Îranê anîn li ser ziman.
Her wiha li seranserê welat û li bajarên Rojhilat jî kesên teqawît li dijî şert û mercên nebaş ên jiyanê çalakî pêkanîn. Fuad Fedim ku li bajarê Dîwaniye ya Rojhilatê Kurdistanê hat qetilkirin, ji aliyê xizmên xwe ve hat bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.
Ji lîstikvan re ceza hat dayîn
Serhildan ji aliyekê ve hewl tê dayîn bi destê darazê bê tepisandin. Dadgehê bajarê Îlamê ya Rojhilatê, ji lîstikvana binavê Nîgar Dawidî re bi hinceta “xerakirina ewlehiya welat” 2 sal cezayê girtîgehê da. Her wiha ji lîstikvan re 2 sal cezayê hepsa malê û salek bê mûçe li Fermandariya Çavdeêriya Civakî xebat kirin û 200 saetan perwerdeya Quranê hat dayîn.