‘Hesabê Twitterê yê beşa Tirkî ya Ajansa me li Tirkiyeyê hat astengkirin’

Hesabê ajansa me yê Twitterê ya beşa Tirkî li Tirkiyeyê şevê din ji aliyê dewleta Tirk ve hat astengkirin.

Navenda Nûçeyan- Piştî herdû erdhejên ku navenda wan Mereş bû dewleat Tirk ji bo tiştên ku li herêmê diqewimin veşêre serî li sensurê da. Dewleta Tirk aşkera kir astengî daniye ser 136 malperên înternetê û hesabê medyaya dijîtal. Herî dawî jî hesabê ajansa me NÛJINHA yê Twitterê ya beşê Tirkî li Tirkiyeyê şeva din hat astengkirin. 

Em weke NÛJINHA’yê diyar dikin ku em ê polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên ku dixwazin ragihandinê bêdeng bikin, astengiyan derbixin aşkera bikin û rastiyê bi gelê xwe re parve bikin.