Li Amedê fosîlê masîstêrk hate dîtin

Di kolanên arkeolojîk li Amedê de bermahiyên 1500 salan ya bermahiyên dêrê de Fosîlê masîstêrk hate dîtin.

Navenda Nûçeyan- Kolanên bermahiyên dêrê ya li taxa Înkaya ya navçeya Kulp ya Amedê berdewam dike. 

Kolînên ku ji aliyê Muduryeta Muze ya Amedê ve di sala 2021’an de hatî destpêkirin, 15 pispor, bi giştî bi beşdariya 40 kesan berdewam dike. Sala bûrî di kolanan de 46 gor, berhemên weke sîke, çira, stun û bink li qada ku hatî tesbîtkirin ku bermahiya dêrê hate dîtin. Xebat îsal di 28’ê Hezîranê de destpê kir.

Di kolanên li qadê de îsal 9 goristanên din hate tesbîtkirin, parçeyên girêdayî amforaya û fosîla masîstêrk ya 5 dest hate dîtin. Parçeyên kolanê li Muduryeta Muze li mala kolanê tê muhafazakirin. Tê diyarkirin ku kolan heta dawiya salê dom bike.