Dewleta Tirk 339 caran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir

Hêzên Suriyeya Demokratîk ragihand ku dewleta Tirk di 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de bi SÎHA, balafirên şer û çekên giran 339 êriş birin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê.

Navenda Nûçeyan - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û hejmara êrişên dewleta Tirk ên li ser bajarên herama Bakur û Rojhilatê Suriyê eşkere kir.

Hat ragihandin ku di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de 339 êriş hatine kirin, herwiha di êrişên ku bi balafirên bêmirov (SÎHA), balafirên şer û çekên giran hatine kirin de ekîbên tenduristiyê, ekîbên parastina sivîl û rojnamevan jî bûne hedef. Di daxuyaniyê de her wiha hate parvekirin ku binesazî, cihên stratejîk ên sivîl û kargehan jî zerer dîtine, her wiha hate destnîşankirin ku zeviyên genim û ceh jî hatine hedefgirtin. Her wiha hat ragihandin ku ji ber hedefgirtina stasyonên petrolê yên Qamişlo, çemê Cexcex qirêj bûye. Hat destnîşankirin ku li herêmê ji ber hedefgirtina stasyonên elektrîk û avê, tengasiyên elekrtîk û avê tê jiyîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ên di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûne jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“* 339 êriş bi balafirên şer, SÎHA û çekên giran hatin kirin.

 *Di êrişan de 1 jê zarok 2 jê jin bi giştî 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

 * 16 jê zarok 6 jin 52 sivîl birîndar bûn.

 * 6 şervanan jiyana xwe ji dest dan.

 * 23 avahî hatin hedefgirtin.

 * Herêmên çandiniyê 13 caran hatin hedefgirtin.

 * 33 avahiyên binesaziyê hatin hedefgirtin.”